MEYA-DER ji bo meşa 'Hefteya Qehremaniyê' banga tevlîbûnê kir

Hevseroka Şaxa Amedê ya MEYA-DER ji bo meşa wê bi wesîleya “Hefteya Qehremaniyê” pêk bê banga tevlîbûnê kir.

Hevseroka Şaxa Amedê ya MEYA-DER ji bo meşa wê bi wesîleya “Hefteya Qehremaniyê” pêk bê, banga tevlîbûnê kir.

Ji ber “Hefteya Qehremaniyê” ya di navbera 21-28’ê Adarê bi pêşengiya MEYA-DER’ê wê sibe ji ber avahiya DBP’ê ya Amedê heta Goristana Yenîkoy meşeke girseyî pêk were. Paşê jî wê ji bo PKK’yiyên li Goristana Yenîkoy merasîmek bê lidarxistin. Hevseroka Şaxa Amedê ya MEYA-DER Ayşe Dîcle, yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mahsûn Korkmaz (Egîd) ê 28’ê Adara sala 1986’an jiyana xwe ji dest sa bibîr xist û got, "Bibîranîna Egîd, vegotina têkoşîna Egîd; vegotina mezinkirina têkoşîna azadiya neteweyî û civakî û destanên qehremanên me ye.”

Dîcle diyar kir ku wê saet 13.00’an li ber avahiya bajêr kom bibin û banga tevlîbûnê li gel kir.