Metîn û Hîkmet Akdag ên PKK'yî hatin bîranîn

Metîn Akdag û Hîkmet Akdag ên PKK'yî yên li Farqîn û Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Metîn Akdag û Hîkmet Akdag ên PKK'yî yên li Farqîn û Çiyayê Katoyê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine (YAKAY-DER) li Stenbolê, gerîlayên PKK'ê Metîn Akdag (Ceng) û Hîkmet Akdag (Bargiran) ên di sala 1994'an de li Farqîn û di sala 1998'an de li Çiyayê Katoyê di şer de jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî.

Di bîranîna li avahiya HDP'ê ya Esenyûrtê de, tevî xizmên Metîn Akdag ê PKK'yî, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP'yî amade bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û şoreşê, dayika Metîn Akdag Meyase Akdag peyivî û got, "Şehîdên me şehîdên tevahiya Kurdistanê ne. Wan ev yek, bi berxwedana li Rojava û Şengalê re careke din nîşanî me dan. Weke gelê Kurd em di pêvajoyên zehmet re derbas bûn, lê belê bi saya şehîdên xwe me destketiyên girîng bi dest xistin."

Li dû axaftinan, merasîma bîranînê bi nîşandana sînevîzyonê re bi dawî bû.