Li Çiyayê Cûdî, çalakiya mertalên zindî ya ji bo pêşîgirtina li şer û pevçûnan, di Cejna Qurbanê de jî dewam kir. Bi sedan kesên ku di nav de parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Ferhat Encu û Aycan Îrmez, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan jî hene, li "Şehîdgeha Ş. Cûma û Ş. Binevş" civiyan û cejna hev pîroz kirin.
Li dû xwendina duayan, deqeyeke rêz hat girtin û piştre Hevşaredarê Şirnexê Kadirhan axivî. Kadirhan bal kişand ser wateya cejnê ji bo gelan û anî ziman ku wan jî xwestine cejnê bi malbat û xizmên xwe re derbas bikin, lê belê ji bo mirov jiyana xwe ji dest nedin, ew bûne mertalên zindî.
BANG LI DAYIKÊN KURD Û TIRK HAT KIRIN
Ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Nebîha Akay a li navçeya Şirnex Hezexê beşdarî çalakiyê bû got, "Em naxwazin kesek bimire. Em ê zarokên xwe nekin qurbanê kursiyên Serokkomar û Serokwezîr. Zarokên wan di nava kêf û xweşiyê de dijîn, lê zarokên xizanan jî dişînin eniya şer ji bo birayên xwe bikujin. Ez ji vê derê bang li dayikên Kurd û Tirk dikim; dengê xwe tevlî dengê me bikin, em vî şerî bisekinînin û zarokên xwe ji mirinê rizgar bikin."
'EM Ê NEHÊLIN ZERARÊ BIDIN GORÊN ME'
Xanim Gungen a ji Şirnexê beşdarî çalakiyê bû got, "Em ê nehêlin ti kes zerarê bide van gorên me. Ev jî zarokên me ne, leşker jî. Em hatine bikevin navbera her du aliyan, ji bo kesek nemire."
Ji mertalên zindî Xanim Kolûman jî got, "Kurd, Çerkez, Tirk, Ereb em hemû xwişk û birayên hev in. Cejn ji bo biratiyê ne. Xwedê em weke xwişk û bira afirandiye. Her canê dimire, canê dayikekê ye. Dayik êşa vî şerî dikişînin. Gotina 'vî şerî bisekinînin' wezîfeya hemû dayikan e."