Mertalên zindî hatin gulebarankirin: Kesek birîndar bû

Leşkerên ku li mezraya Bateytê derketin operasyonê êrîşî mertalên zindî yên ku ji bo pêşiya operasyonê bigirin çûn herêmê kirin û gule berdan mertalên zindî.

Leşkerên ku li mezraya Bateytê derketin operasyonê êrîşî mertalên zindî yên ku ji bo pêşiya operasyonê bigirin çûn herêmê kirin û gule berdan mertalên zindî. Di êrîşê de jinek birîndar bû, gundiyan bang kirin ku hemû kes bibin mertalên zindî.

Li mezraya Bateyt a navçeya Hênê ya Amedê piştî ku leşker derketin operasyonê gundiyan çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin. Li gorî agahiyan leşkeran gule berdane welatiyên bûn mertalên zindî. Di encama gulebaranê de jina ku navê wê nehat hinbûn birîndar bû. Li herêmê pevçûna di navbera HPG'î û leşkeran de berdewam bike. Welatiyên ku bûne mertalên zindî jî bang li hemû kesan kirin û xwestin bên herêmê û bibin mertalên zindî.