Meclîsa Taxa Baglar a Êlihê xwerêveberî îlan kir

Li Taxa Baglar a Êlihê li hember êrîşên topyekûn ên dewlet û hikûmeta AKP’ê yên li dijî civakê, hat diyarkirin ku xwerêveberî pêwîstiyeke acil e û xwerêveberî hat îlankirin.

Meclîsa Taxa Baglar a Êlihê bi daxuyaniyeke li ber meclîsê xwerêveberî îlan kir. Rêveberên HDP, DBP, hevşaredar, rêxistinên civaka sîvîl jî di daxuyaniyê de amade bûn. Rêveberê Meclîsa Taxa Baglar Şîrîn Kaplan diyar kir ku wek gelê Kurd dixwazin bi ziman û çanda xwe, xwe bi rê ve bibin.

Kaplan anî ziman ku neçarin weke hemû derdorên civakê li hemberî zexta dewletê ya li ser civakê pêk tîne, hebûna xwe biparêzin û azadiya xwe pêk bînin û wiha dewam kir, “Em li hemberî êrîşên topyekûn ên hikûmeta AKP’ê û dewletê yên li hemberî civakê, xwerêveberiyê weke pêwîstiyeke lezgîn dibînin. Di vê çarçoveyê de divê hemû derdorên civakê bi awayekî çalak tevlî têkoşîna neteweya demokratîk bibin.”

Kaplan bilêv kir ku naxwazin ji aliyê walî û qeymeqamên ji Enqereyê hatine tayînkirin bêne rêvebirin û got, “Em weke gelê Kurd dixwazin bi rêbazên rewa ji aliyê rêveberên ku me hilbijartine bêne rêvebirin.”

Şîrîn got ku gotinên AKP’ê yên weke, “Wê berdêla wê bidin” bi operasyonên siyasî û komkujiyan re derbasî pratîkê hatiye kirin û wiha dewam kir, “Şêwazên weke şewitandina gundan, di nava kolanan de qetilkirin, şewitandina daristanan, îşkence li cenazeyan kirin û cenazeyan ku  nadin malbatên wan tê wateya ragihandina şer.”

Kaplan bang li hemû raya giştî kir ku xwedî li vê diyarkirina îradeya rewa derkevin.