Meclîsa Leşkerî ya Minbicê her bi pêş de diçe
Operasyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ji bo rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê, di roja 23. de bi rengekî serketî dewam dike.
Operasyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya ji bo rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê, di roja 23. de bi rengekî serketî dewam dike.
Operasyona Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li dijî DAIŞ'ê di roja 23 de didome.
Di çarçoveya Operasyona Fermandar Şehîd Ebû Leyla de endamên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gund bi gund bi pêş de diçin.
Hêzên operasyonê li rojavayê bajêr li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyan lidar dixin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên dixwazin pêşî li şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bigirin, hewl didin wesayîtên bombebarkirî biteqînin. Piştî ku şervan bi hewldana êrîşê ya çeteyan hesiyan, li wan dan û şer derket.