Meclîsa Gel a Farqînê jî xwerêveberî îlan kir

Meclîsa Gel a Farqînê bi daxuyaniya "Wê Farqînê gelê Farqînê rê ve bibe" ve xwerêveberî îlan kir.

Meclîsa Gel a Farqînê bi daxuyaniya "Wê Farqînê gelê Farqînê rê ve bibe" ve xwerêveberiya xwe îlan kir.

Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî berxwedana ku li 4 taxên navçeyê bi rojan in didome, Meclîsa Gel a Farqînê daxuyanî da û xwerêveberiya xwe îlan kir. Di nav de Hevserokên DBP'ê Aynur Sumer û Bariş Gulenyuzlu, Hevşaredar Yuksel Bodakçi û Melîkşah Teke jî di nav de bi sedan kes li Qada Azîzoglu ya li Taxa Mescîdê ku ev bi rojan e berxwedan didome hatin cem hev. Li ser navê Meclîsa Gel a Farqînê Hevserokê DBP'ê yê Farqînê Bariş Gulenyuzlu axivî û got ku di demên dawî de hikûmeta AKP'ê bi pêkanîn û qetlîamên di demên dawî de "êdî bes e" dide gotin.

Gulenyuzlu anî ziman ku hikûmeta AKP'ê li dijî gel û ciwanan operasyonên qirkirina siyasî û tecawiz zêde kiriye û gel çiqas aştiyê dixwazin ewqas êrîş zêde dibin. Gulenyuzlu nirxandina "Em wekî gelê Farqînê bi vî rengî naxwazin bên rêvebirin" û bi xetereya qetilkirin û îşkenceyê naxwazin bijîn. Gulenyuzlu da zanîn ku ew sîstema heyî qebûl nakin û wiha got: "Em naxwazin ji Enqereyê bên rêvebirin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin xwe bi rêveberiya xwe bi rê ve bibin. Bêguman em ê bi Rêber Apo re sîstema xwe ava bikin. Ev mafê me yê herî rewa ye. Ev azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurdistanê ye. Em wekî Meclîsa Gel a Farqînê li dijî rejîma faşîst xwe wekî rêveberiya civakê ye cewherî xwe îlan dikin."

Gulenyuzlu got ku ew bang li hemû raya giştî dikin û dixwazin ku ev îlankirina îradeyê nas bikin û xwedî lê derkevin, li dijî xwerêveberiyê êrîşek pêk bê dê parastina xwe pêk bînin. Gulenyuzlu nirxandina "Wê Farqînê, gelê Farqînê rê ve bibe" kir.

Dema daxuyaniyê li hemû taxan ciwanên ku ev bi rojan in taxan diparêzin ewlehiya gel girtin. Li taxa ku xweparastin hate îlankirin sekin didome.