BI DÎMEN

'Me serî li ber Sedam netewand, em ê li ber Erdogan jî netewînin'

Di êrîşên hewayî de ku dewleta Tirk li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîbûn, sivîlan zerar dîtin. Ji van sivîlan Abdulrahman Seîd tiştên bi serê wan de tên, ji ANF'ê re vegot.

Ji gundiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê Seîd diyar kir, ti cudahiya Erdoman ji rejîma Sedam nîne û got, "Lê divê ev were zanîn; çi dibe bila bibe em ê gundê xwe, axa xwe, nirxên bav û kalên xwe neterikînin."

Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de sivîl zerarê dibînin. Ji van sivîlan Abdulrahman Seîd tiştên bi serê wan de tên, ji ANF'ê re vegot.

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê roj bi roj zêde dibin. Gundiyên dibin hedefa van êrîşan, nerazîbûneke tund nîşanî dewleta Tirk didin. Artêşa Tirk a bi salan e êrîş dike, di 21'ê Tebaxa 2011'an de wesayîteke sivîlan a li herêma Kortekê ya Qendîlê hedef girt û ji heman malbatê 7 kes qetil kir. Ji 24'ê Tîrmehê û vir ve êrîşên xwe zêde kiriye. Yek ji van êrîşan li hemberî gundê Zergelê hat kirin û 7 gundî bi bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk hatin qetilkirin.

'REJÎMA SEDAM ÇI BE, REJÎMA ERDOGAN JÎ EW E'

Gundê Şêranê yê li herêma Garê jî bû hedefa êrîşên dewleta Tirk. Abdulrahman Seîd ê bi zorê gundê wan ji aliyê rejîma Sedam ve hat valakirin dibêje, ji ber êrîşên dewleta Tirk dema ew diçin gundê xwe, hê zehmetiyan dikişînin. Seîd da xuyakirin, ku zilma Sedam li wan dikir, îro Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li wan dike û got, "Bûyerên bi serê Şêranê û gundên li derdora wê Sarkê, Zêwka, Kêriyê, Mezrê, Ridênya û Yekmalê de hatin, qet ji bîra min naçe. Hlabûkî ew gund ji bo çandiniyê gelekî baş bûn. Me bi çandinî û xwedîkirina heywanan debara xwe dikirin. Erdê her kesî hebû. Di sala 1964'an de hikûmeta Iraqê em ji axa me derxist. Me li ber xwe dan, lê belê ji ber çekên kîmyewî yên li hemberî me hatin bikaranîn gelek gundiyan jiyana xwe ji dest dan. Lewma em neçar man ji gund derkevin. Ji malbata min jî pênc kesan jiyana xwe ji dest dan. Çavên kurekî min niha nabîne. Heman êrîş îro ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin. Me wê çaxê li ber xwe dan, em ê îro jî li ber xwe bidin û xaka xwe neterikînin. Ne zilma dewleta Tirk, ne jî zilma Sedam karîbû me ji xaka me qut bike."

'EM GUNDÊ XWE NATERIKÎNIN'

Ji şêniyên gund Seîd da zanîn, ku tevî hemû êrîaşn jî ew ê gundê xwe neterikînin û anî ziman, yekane çavkaniya debara wan gundê wan e û ew dilsozê gundê xwe ne. Seîd got, "Bi salan e em li vî gundî ne. Gundê me bi nirxên manewî yên bav û kalên me dagirtî ye. Ev ji bo me gelekî girîng e. Çavkaniya debara me jî ev der e. Em nikarin dest ji zeviyên xwe yên bi salan çandine, berdin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk em nikarin bi dilrehetî li ser erdê xwe bijîn. Lê divê ev were zanîn; çi dibe bila bibe em ê gundê xwe, axa xwe, nirxên bav û kalên xwe neterikînin."

'DIVÊ HER KES LI DIJ DERKEVE'

Şêniyê gundê Şêranê Abdulrahman Seîd bal kişand ser sivîlên di êrîşên 24'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan û got, "Di êrîşên par de li Qendîlê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Cihê vê yekê di însaniyetê de nîne. Êrîşa li hemberî gundiyên bi mal, malbat, ax û gundê xwe re mijûl dibe, ne ya qebûlkirinê ye. Pêwîste hemû gundiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê yên gundên wan tên bombekirin, nerazîbûnê nîşanî vê rewşê bidin. Di heman demê de divê cîhan tev li dij vê derkeve. Banga min li Kurdistanê û çar parçeyan ev e; Êdî bila Kurd li hemberî hev şer nekin. Divê em nehêlin dijmin me ji xaka me derxîne û em ê heta dawiyê li hemberî vê rewşê li ber xwe bidin."