Me hikûmeta AKP’ê ya 13 salan hilweşand
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya 13 salan desthilatdar têk birin û êdî desthilatdar nîn in.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya 13 salan desthilatdar têk birin û êdî desthilatdar nîn in.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku hikûmeta AKP'ê ya 13 salan desthilatdar têk birin û êdî desthilatdar nîn in û wiha got: "Êdî desthilatdar nîn in. 'Heke bêjin li pişt me qesr heye' êdî ew jî tineye. Me qesra li pişt we têk bir. Hûn ê piştî vê hilbijartinê çi bikin? Yên şev û roj zilm li gel kirin wê çi bikin? Dozgerên we yên bi berçavk jî reviyan. Ev zilm dê we jî xilas bike." Demîrtaş anî ziman ku li hemberî hişmendiya yekperestî ew demokrasiya piralî diparêzin û wiha axivî: "Bêyî yek ziman em dikarin bibin netewe. Em dikarin bibin neteweyên pirziman û pirçandî. Pêşniyara me ji ber vê yekê perçebûn nîn e hemleya dewletê bikin yek e."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş piştî xebatên Stenbol, Bedlîs û Mûşê li Êlihê jî tevlî bernameya hilbijartinê bû. Demîrtaş piştî hevşaredarên Êlihê û 17 endamên meclîsa şaredariyê yên ji peywirê hatin dûrxistin ziyaret kir li Salona Konferansê ya Şaredariyê bi hilbijêran re hat cem hev. Demîrtaş û heyata pê re di ketina bajarde ji aliyê welatiyan û hevşaredaran ve hat pêşwazîkirin.
Di salonê de pankarta "Civîna lihevhatina hevşaredarên hê nehatin girtin" hat vekirin. Hevşaredara Êlihê Gulîstan Akel ewil axivî û diyar kir ku 3 mehên dawî rêveberiyên heremî di bin zextê û zordariyan de ne û wiha got: "Em di pêvajoyekî vîna gel tune dihesibînin re derbas dibin." Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî.
'LI ENQERE HIŞMENDIYA ÇAVÊN XWE LI TIŞTÊN TÊN JIYÎN DIGIRE HEYE'
Demîrtaş diyar kir ku heya niha 20 hevşaredar û 15 endamên meclîsa şaredariyê hatin girtin û 22 endamên meclîsa şaredariyê jî ji peywirê hatin dûrxistin. Demîrtaş balkişand ser pêkûtiyên li hemberî cenazeyan û got Erdogan di weşanên zîndî de li pey van geşedanan radiwestê.
Demîrtaş wiha got: "Hevşaredarên me yên hatin girtin li girtîgehan îşkence dîtin. Bi taybet di sirgûniyên li girtîgehên Sîncan û Kiriklarê ev pêk hatin. Vê yekê li hemberî çi dikin. Ji ber ku yên li Enqere wan diparêzin û hişmendiya çavê xwe li wan digirin heye. Wezîrê Dadê yê ku piştî komkujiya Enqere dikeniya derheqê van îşkenceyan de lêpirsînê dê bide vekirin."
Demîrtaş anî ziman ku yên cenazeyan di erdê re radikêşin ji zagon û dadgehan natirsin û wiha bang li dozgeran kir ku peywira xwe bi cih bînin: "Ev tiştên ez dibêjim serlêdana sûc in. Yên dewletê rêve dibin hemû nirxên mirovahiyê ji holê rakirin. Ji bo wan a girîng qezenckirina hilbijartinê ye. Yên di vê pêvajoyê de pirsgirêkên civakê başguh dikin li pey desthilatdariya xwe ne. Dema qoltixên xwe windakirin dizanin dê rastî çi bên. Ji her aliyê Tirkiyeyê re cenaze diçin. Dixwazin bi vê yekê desthilatdariya xwe xilas bikin."
Demîrtaş destnîşan kir ku tiştên ji 7’ê Hezîranê û heta niha pêk tên divê bê dîtin û wiha berdewam kir: “AKP ku kuştina 2 polîsên Serêkaniyê wekî hincet ji xwe re dît, tu tiştek di etra wê da nîne. Du polîsan hincet nîşan da û agirbestê xira kir. Maseya muzakereyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk dihat ji holê rakir. Ji ber ku çiqas cenaze hatin ewqas HDP’ê reş kirin. Armanca wan a yekem ev bû vê yekê xistin meriyetê. Her wiha dibêjin li pişt HDP’ê piştgiriya medyayê heye. Heta niha tu çapemenî piştgirî nedaye me. Wekî hevserok ez derketim 4 bernameyan. Ew jî herî kêm derketin 400 televîzyonan. Lê derketina me ya 4 bernameyan wan aciz kir.
Demîrtaş anî ziman ku HDP bi hêza xwe ya cewherî hilbijartinê qezenc kiriye û ji tu kesî jî piştgirî negirtiye û wiha pêda çû: “Me di bin êrîşek mezin de xebatên xwe yên hilbijartinê pêk anî. Di dema pêvajoya agirbestê de em li 176 cihan rastî êrîşê hatin.”
'DI 1’Ê MIJDARÊ DE EM AGIRBESTÊ BIKIN MAYÎNDE’
Demîrtaş balê kişand ser veguhestina sindoqan jî û van tiştan got: “Ji veguhestina sindoqan re îtiraz nekin, bila li Nisêbîn, Sûr û Cizîrê tu hinceta wan nemîne. Em îtiraz nakin bila sibê nebêjin ‘gel ji tirsan dengê xwe bi kar neanîne’ divê em mal bi mal bigerin û ji her kesî re bêjin 1’ê mijdarê hêviye. Ev tê wateya ku rawestandina cenazeyan û teşîrkirina AKP’ê. Ji bo wê di 1’ê Mijdarê de em agirbestê mayînde bikin.”
‘WÊ EV ZILM DAWIYA WE JÎ BÎNE’
Demîrtaş got wan AKP’ê ji îktîdarê xistine û ev tişt got: “AKP di nava 13 salan de gelek zilm li ser gelan kir. AKP a 13 salan me ji îktîdarê xist. Êdî îktîdar nîn in. Me Qesra pişt we xist. Hûnê piştî vê hilbijartinê çibikin? Bi şev û roj ên li ser gel zilmê dan meşandin dê çibikin? Hûnê derkevin pêşberê qanûnên ku we binpê kir. Wan dozgerên we yên berbiçavk jî reviyan. Dê ev zilm dawiya we jî bîne.”
‘GEL FIRSENDEK DÎROKÎ DA ME’
Demîrtaş got ku gel bi projeyên HDP’ê yên çareseriyê bawere û axaftina xwe wiha dom kir: “Divê her kes hesabê xwe li gorî vê yekê çêbike. Hûn nikarin daxwazên gel ên demokrasiyê bi çek biçewisînin. Divê êdî kurd jî vê yekê bibînin. Siyaseta me ya demokrasiyê di cîhanê de bandora xwe kiriye. Di qada dîplomatîk ya navneteweyî de em ji Serokomarê Tirkiyeyê zêdetir xwediyî îtibarekî mezin in. Ev yek jî di encama berxwedana Kobanê û Rojava de derketiye holê. Keda gelê meye. Gel firsendekî dîrokê daye me.”
‘EM DIKARIN BIBIN NETEWE’
Demîrtaş anî ziman ku ji bo Tirkiyeyê bi awayekî rast vebêjin xweseriya demokratîk pir girîng e û wiha bi dawî kir: “Em ê ji Rojhilata Navî re demokrasiyê vebêjin. Em ê rast vebêjin û rast fêm bikin. Ji ber ku tişta ku di Rojhilata Navîn de nayê kirin em dikin. Li dijî feraseta yekperestî em demokrasiya piralî diparêzin. Ji bilê yek zimanî em dikarin bibin netewe.”