Mamosteyê şoreşa Kurdistanê: Celal Hoca

Endamê Cîgirê ê Komîteya Navendî ya PKK'ê Ramazan Kaplan bi nasnav Celal Hoca, ku yek ji kadroyên destpêkê ye û nîşaneya dilsoziya bi PKK'ê re ye, pê bawer e ku azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bi Tevgera Azadiyê dibe.

Endamê Cîgirê ê Komîteya Navendî ya PKK'ê Ramazan Kaplan bi nasnav Celal Hoca, ku yek ji kadroyên destpêkê ye û nîşaneya dilsoziya bi PKK'ê re ye, pê bawer e ku azadiya gelê Kurd û Kurdistanê bi Tevgera Azadiyê dibe. Ji mamosteyên şoreşa Kurdistanê Ramazan Kaplan (Celal Hoca) di heman demê de yek ji lehengên efsaneyî yê berxwedanê ye.

Ramazan Kaplan ku navê jiyaneke bi rûmet, bi êş û şoreşger e, di sala 1956'an de li navçeya Çinar a Amedê ji dayik dibe. Dibistana seretayî li Bismilê, Dibistna Mamostetiyê li Erxeniyê dixwîne û perwerdeya xwe li Enstîtuya Perwedeyê ya li Amedê didomîne.

Ji malbateke kedkar e. Bi berpirsyariya debara malbata xwe radibe û li gelek cihî dixebite. Di rojnivîsa xwe de, ku qala jiyana xwe dike, bi van gotinan zor û zehmetiya jiyana xwe ya beriya tevlîbûna li nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd dike: "Piştî ku ji ber doza xwînê di sala 1960'ê de bavê min û piştî deh salan jî apê min ê li malbatê dinêrî hatin kuştin, erka xwedîderketina li malbata me ya qelebalix ji min û kekê min re ma. Kekê min ajokar bû, karê wî timî tinebû. Em gelekî zehmetî dikişand. Di salên 1967-69'an de li qehweyan xebitîm. Yewmiya min pênc lîre bû, qet têrê nedikir; ji ber vê yekê havînê jî ez li ocaxên tûxla dixebitîm. Di navbera salên 1969-78'an de 9 salan ez li vî karî xebitîm. Dema min ewilî dest pê kir, pênc û nîv lîre pere ji min re dihat dayîn. Gava min dev jê berda jî min du sed lîre yewmiye digirt... Di sala 1976'an de bûm mamoste. Di salên 1976-78'an de min li gundê Bernîst ê Stewrê mamostetî kir. Lê belê polîsan karê min dan sekinandin..."

'DI SALA 1977'AN DE MIN PKK NAS KIR'

Di salên germ ên şoreşgeriyê de, Ramazan Kaplan di salan 1970 de bi DDKD dest bi jiyana xwe ya şoreşgerî kir. Piştre têkilî bi 'Kawayiyan' re danî. Hê di roja destpêkê de şoreşgerî bi çalakiyê re kir yek û di nava karker, xwendekar û gundiyan de weke rêberekî hate qebûlkirin. Ramazan Kaplan rêbertiya xwe bi têkoşîn, ked, bawerî û erkdariyê nîşan dida. Pê hesiya ku şoreşgeriya Kurd û azadiya gelê Kurd bi van rêxistinan pêk nayê û di dawiya salên 1970'î de Tevgera Azadiyê ya Kurd ku bi navê 'Koma Apoyiyan' mîna çiyayekî mezin dibû, nas kir. Li Amedê pêşengî ji tevgerên rêxistinî, çalakî û girseyî re kir.

LI PÊŞIYA ÇALAKIYÊN GIRSEYÎ BÛ

Piştî ku Rewşa Awarte hate ragihandin, di sala 1979'an de Ramazan Kaplan derbasî Semsûrê bû. Taybetmendiya wî ya sereke ew bû, di hemû çalakiyên girseyî de her tim li pêş bû û bi vî rengî rêbertiya xwe ya gel îspat dikir. Ramazan Kaplan di heman demê de milîtanî, çalakgeriya xwe ya leşkerî û taybetmendiya xwe ya rêxistinî, bi çalakiyên li dijî hêzên feodal-komprador ên li Kurdistanê nîşan da. Di berxwedana bêeman a li dijî eşîra Bûcak a li Sêwerekê de, bû rêveberê vê berxwedanê li Semsûrê.

BI DARBEYA 12'Ê ÎLONÊ RE DERBASÎ LUBNANÊ BÛ

Ramazan Kaplan piştî darbeya leşkerî ya faşîst a 12'ê Îlona 1980'î derbasî Lubnanê bû. Kaplan di navbera salên 1980-82'an de bi rengekî çalak tevlî 'xebatên perwerdeya kadro' bû. Weke delege tevlî konferansa 1. û kongreya 2. a PKK'ê bû. Li Lubnan û Rojavayê Kurdistanê xebatên girseyî meşand.

GELEK LÊKOLÎN Û GOTAR NIVÎSAND

Celal Hoca ku ji her alî ve şoreşgerek bû, hê ji roja destpêkê ve taybetmendiyên xwe yên lêkolîneriyê bi pêş ve xist. Giranî da ser pirsgirêkên birêxistinkirina gundiyan, ku hêza fîzîkî ya bingehîn a şoreşgera Kurdistanê ne. Li ser şoreş û dîroka Kurdistanê lêkolîn kir, gotar nivîsand û pêşnûmeyên li ser rêxistinbûna gundiyan amade kir.

Taybetmendiyên lêkolînerî, zîrekî, xwegihandina girseyan û çalakgeriya xw,e di nava tevahiya jiyana xwe de kir yek. Piştî kongreya 2. a PKK'ê, tevî komek ji gerîlayan, di payîza 1982'an de derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Di sala 1983'an de tevî Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mehmet Karasûngûr, li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê xebitî û alîkarî da xurtbûna hestên yekîtiya neteweyî yên gelê Kurd.

LI BEDLÎS-ŞÎRWANÊ TÊKOŞÎNA ÇEKDARÎ DA DESTPÊKIRIN

Celal Hoca di Gulana 1984'an de bi komeke qelebalix a kadro, derbasî herêma Bedlîs-Şîrwanê bû. Dibe sekreterê komîteya amadekar a vê herêmê. Piştî ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz ( Egîd) li Dihê fîşeka destpêkê teqand, ew û komeke gerîla ya pê re li herêma Bedlîs-Şîrwanê 'têkoşîna çekdarî' dan destpêkirin. Di vê çarçoveyê de gelek çalakî lidar xist. Bi van çalakiyên wî re, sempatiyeke mezin ji bo PKK'ê li heremê der bû.

'HÛN BELASEBEB HEWL DIDIN; EZ Ê NAXIVIM!'

Piştî pêngava gerîla ya 1984'an, artêşa Tirk a mêtînger li bejahiya Bedlîs-Şîrwanê operasyoneke leşkerî dide destpêkirin. Di sala 1985'an de li dijî komeke biçûk a gerîla bi qasî 1000 leşkerên Tirk operasyonê dimeşîne. Di vê operasyonê de derbên giran li artêşa Tirk tên xistin. Di operasyonê de Alî Ûgûr, M. Saît Yildirim û Şah Îsmaîl Bozkûş jiyana xwe ji dest didin û Ramazan Kaplan bi birîneke giran ji ser hişê xwe diçe û dîl dikeve destê dewleta Tirk a mêtînger. Ji ber ku fîşek li çenga wî dikeve, nikare baxive. Serpelekî artêşa Tirk ji bo binivîsine kaxizekê dide wî. Ew jî vî tiştî li ser vê kaxizê dinivîsîne: 'Hûn belasebeb hewl didin, ez ê li ber xwe bidim, gotineke bi tenê jî nebêjim!' Kaplan 1'ê Gulanê li 'dezgehên îşkenceyê' yên faşîzma Tirk ên li Bedlîsê, bi berxwedana bêhempa pîroz dike. Şervaniya PKK'ê û baweriya xwe ya bi rizgariya gelê Kurd nîşan dide û bi vî rengî jiyana xwe ji dest dide.

NAVÊ BERXWEDANA KARKER-GUNDIYAN

Gelek ders hene ku dikare ji jiyana bi êş û esîl a Endamê Cîgir ê Komîteya Navendî ya PKK'ê Ramazan Kaplan bên derxistin. Kaplan ku mamosteyekî têkoşîna antî-mêtîngerî ya gundiyên Kurdistanê bû, xebatên rêxistinbî bi berxwedêriya çekdarî re gihand hev û bû navê milîtaniyeke pêşeng û pêşdîtineke siyasî ya bêdawî. Bû nîşaneya dilsoziya bi Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bi PKK'ê re. Bû navê berxwedana karker û gundiyan.

ROJNIVÎSA WÎ 30 SALÎ YE

30 sal piştî ku jiyana xwe ji dest da, komek ji gerîlayên li herêma Bedlîs-Şîrwanê rojnivîsa Celal Hoca dîtin. Celal Hoca ji roja çû herêma Bedlîs-Şîrwanê heta roja jiyana xwe ji dest da, jiyana xwe û lêkolînên xwe li vê rojnivîsê nivîsand.