Mamoste û karmend li Helebçe, Ranya, Koyê û Çemçemalê daketin kolanan

Mamoste û karmend ji bo maf û mûçeyên xwe li Helebçe û navçeyên Ranya, Koyê û Çemçemalê daketin kolanan.

Bi amadebûna hejmarekî mamoste, karmend, xwendekar û malbatên şehîdan li bajarê Helebçeyê xwepêşandana nerazîbûnê destpê kir.
 
Xwepêşandana li Helebçeyê li meydana Omerî Xawer li nav bazarê destpê kir. Girseya gel ji vê derê ber bi Baxçeyê Bajêr meşiya.
 
Her wiha li navçeyên Ranya û Çemçemal ên Silêmaniyê û navçeya Koyê ya Hewlêrê xwepêşandanên mamosteyan dewam dikin.

Li bajarê Silêmaniyê jî çend mamoste ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin, lê belê hejmarek mamosteyên nerazî li ber avahiya Perwerdeya Rojava a bajarê Silêmaniyê kombûne ji bo xwepêşandan li dar bixin.

Li ber avahiya ku mamoste kombûne hêzekî zêde yên ewlehiyê rêgirtine û rê li saziyên çapemeniyê jî hatin girtin.

Hêjayî gotinê ye ku ev du meh in mamoste û karmendên bajarê Silêmaniyê di boykotê de ne.