BI DÎMEN

Mamosta jî li eniyê şer dikin

Mamostayên li çiyayê Şengalê jî ji bo piştevaniya Operasyona Azadkirina Şengalê ya duh ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û hêzên YBŞ, YPJ Şengal hatibû destpêkirin çûn eniya şer.

Mamostayên li çiyayê Şengalê perwerdeyê didin zarokên Êzidî, ji bo piştgiriya hêzên YBŞ’e û YPJ Şengal derbasî eniya Şengalê bûn. Mamostayan diyar kirin ku ji bo piştgiriya hêzên YBŞ’e û YPJ Şengal derbasî eniyê dibin û wiha gotin: “Azadiya Şengalê ji bo me ji her tiştî girîngtir e, watedartir e. Ji ber vê jî em li gel hêzên rastî yên gelê Êzidî yên YBŞ ‘e û YPJ Şengalê cihê xwe digirin û ji bo di nav Pêngava Azadkirina Şengalê cih bigirin jî em diçin eniya Şengalê.”

Mamosteyên li Çiyayê Şengalê bang li tevahî Êzîdiyên neçar mane piştî komkujiyê ji Şengalê koçber bibin kirin ku hemû ciwanên Êzidî di nav refên YBŞ’e û YPJ Şengalê de cihê xwe bigirin.