Malbatên Pirsûsê: Em fêrî qetlîaman nabin
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê daxwazên ‘Sersaxiyê’ ji malbatên ku duh xizmên wan li Taksîmê hatin qetilkirin re xwestin, diyar kirin ku dixwazin civakê fêrî qetlîaman bikin û gotin: “Em fêrî nabin.”

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, bertek nîşanî teqîna duh li Taksîmê pêk hat dan, ji malbatan re sersaxî xwestin û gotin: “Êşa we êşa me ye, hêrsa we hêrsa me ye.”
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê daxuyaniyek nivîskî da, bal kişand ku dixwazin civakê fêrî qetlîaman bikin û wiha anîn ziman: “Bila baş bizanin ku em fêrî qetlîaman nabin, wê moral ji me negirin û em êşa xwe ji bîr nakin.”
Di her 20’ê mehê de ji bo berpirsiyarên qetlîama 33 şoreşgeran bên lêpirsîn, nobeda edaletê ya ku li Kadikoyê tê lidarxistin, vê mehê pêk nayê. Însiyatîfê wiha got: “Ji ber qetlîama duh Dayikên Şemiyê çalakiya nobeda edaletê ya hefteya 537. pêk nanîn, hestên xwe yên piştgiriyê ji bo wan tînin ziman.”
Daxuyaniya Însyatîfê wiha berdewam kir: “Ji ber sedemên ewlekariya ne bi rêkûpêk e, bi awayekî organîzekirî hezkiriyên xwe ji dest didin û êşa wan ji dil hîs dikin. Em bang li hemû cihanê dikin ku ji êşa me re bibin hevpar.
Kenên Eceyan, Polenan ji bo me derman e, berxwedana Çagdaşan û Ceboyan ronahiya rêya me ne. 20’ê Nisanê dîsa li heman cihî, li cihê ku 33 kes hatin qetilkirin, li Halîtagayê dîsa em ê di nobeda edaletê de bin.”