Malbatên girtiyên Kurd Giyasettîn Yalçin û Saît Kaya yên ku ji 9’ê cotmehê ve li Girtîgeha Mêrsînê di greva birçîbûnê de ne û 8’ê mijdarê greva xwe veguherandin rojiya mirinê, ragihandin ku ew li pişt zarokên xwe ne.
Dayika Saît Kaya Binefş Kaya banga ; “Min vê hefteyê kurê xwe di hevdîtina vekirî de dît. Rewşa wî pir xirab bû, nedikarî xwe li ser lingan bigire. Pir kîlo wenda kiribû. Xwîn ji dev û pozê wî dihat. Kurê min li ber çavan dimire, divê tiştek bê kirin..” kir.
Dayika Giyasettîn Yalçin, Meryem Yalçinê jî diyar kir ku wê herî dawî beriya du hefteyan bi telefonê bi kurê xwe re hevdîtin kiriye û got: “Ji min re got dayê rewşa me pir xirab e, zextan li me dikin. Midûriyeta emniyeta polîsên Mêrsînê jî telefonî me kirin û gotin ‘kurê we di greva birçîbûnê de ye, bila dawî lê bîne’. Me jî got ‘bi vîna xwe vê yekê kiriye û em li pişt wan in.”
“GREVA BIRÇÎBÛNÊ VEGUHERANDIN ROJIYA MIRINÊ”
Giyasettîn Yalçin û Saît Kaya ji 9’ê cotmehê ve di Girtîgeha Mêrsînê de di greva birçîbûnê de ne û roja 8’ê mijdarê greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Rewşa her du girtiyan xirabe. Malbatan banga hestyariyê kir.
Saît Kaya yê 26 salî yê li navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bûye 6 meh in di girtîgehê de ye û Giyasettîn Yalçin ê 25 salî jî li Colemêrgê ji dayîk bûye. Malbatên her du girtian ji ANF’ê re axivîn.
“ÇAVÊN WÎ TARÎ BIBÛN, XWÎN JI DEV Û POZÊN WÎ DIHAT”
Dayika Saît Kaya, Binefş Kaya got; “Min vê hefteyê kurê xwe di hevdîtina vekirî de dît. Rewşa wî pir xirab bû, nedikarî xwe li ser lingan bigire. Çavê wî tarî bibûn. Her tim diêşiya, xwîn ji dev û pozên wî daihat. Girtîgeh û bijîşkan gelek zext li wan dikirin. Gardiyanan ji kurdê min û hevalên wî re gotin ‘hûn terorîst in, nefretê ji we dikin’. Vê yekê ji lawê min re gotibin. Her wiha, her çendî diviyabû kesên di greva birçîbûnê de nebe bibin qawişeke din, lê vê jî nekirine, zarokên me birine qawişên cûda.” Dayik Binefş Kaya diyar kir ku qereqola polîsan bang li wan kiriye û ji wana xwestiye ku zarokên wan dest ji greva birçîbûnê berdin. Kaya got: “Me got zarokên me bi vîna xwe ya azad vê yekê kirin, em heta dawiyê li pişt çalakiya wan bin” û wiha domand: “Zarokên me li ber çavên me dimirin, divê tiştek bê kirin.”
“DAXWAZÊN ZAROKÊN ME DAXWAZÊN ME NE”
Dayika Giyasettîn Yalçin, Meryem Yalçin jî got; “ev çar hefte ne ku ez kurê xwe nabînim. Ji ber ku cezayê hevdîtina vekirî dane wî. Ez beriya du hefteyan bi telefonê pêre axivî. Ji min re got ‘dayê rewşa me xirab, zextan li me dikin. Dixwazin em dest ji çalakiya xwe berdin...’ Midûriyeta emniyeta polîsên Mêrsînê jî telefonî me kirin û gotin ‘kurê we di greva birçîbûnê de ye, bila dawî lê bîne’. Me jî got ‘bi vîna xwe vê yekê kiriye û em li pişt wan in.”
Meryem Yalçin got; “Daxwazên zarokên me daxwazên me ne, daxwazên gelê Kurd in” û diyar kir ku ew ê her tim têbikoşin.