Malbatên 6 gêrîlayan hatin Meletiyê

Malbatên 6 gêrîlayan hatin Meletiyê

Malbatên 6 gêrîlayên HPG’ê yên di pevçûnên dîrokên cûda de jiyana xwe ji destdayîn, ji bo cenazeyan teşhîs bikin hatin Meletiyê.

Malbatên 6 gêrîlayên HPG’ê yên di pevçûnên dîrokên cûda de jiyana xwe ji dest dayîn, ji bo cenazeyên zarokên xwe teşhîs bikin hatin Meletiyê. Malbatên gêrîla Lezgîn Ozdemîr (Yaşar Jîrkî), Cuneyt Başûk (Serdar Alan), Zekî Şahîn (Cûdî Koçer), Emrah Guler (Arnos Başkale) û Ayhan Çelîk (Koçer Çiyager) ji bo cenazeyên zarokên xwe nas bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Hat diyarkirin ku, piştî teşhîs hatin kirin cenazeyê gêrîla Yaşar dê li Şirnexê, Serda li Wanê, Cûdî li Êlihê, Arnos li navçeya Elbaka Wanê û Koçer jî li Sêrtê bên defin kirin.

Teşhîskirina malbatan didome.