Cenazeyê Memûrê Înfazê Davût Azak (32) ku yek ji 9 kesên di teqîna li Dîlokê de jiyana xwe ji dest da bû duh şev li navçeya Erxenî ya Amedê hate veşartin. Walîtiya Amed û Qeymeqamtiya Erxeniyê xwest merasima fermî bikin, lê belê ji aliyê malbata Azak ve hate redkirin. Birayê Azak Heyder Azak got, “Ger li welatekî bira bira dikuje dê welat sax be, ez nabêjim bila welat sax be.”
Duh şev cenazeyê Memûrê Înfazê Davût Azak yê di teqîna li Dîlokê de jiyana xwe ji dest da bû, anîbûn Erxeniyê û sipartin axê. Walîtiya Amed û Qeymeqamtiya Erxeniyê li malbata Azak geriyan û xwestin merasimekî fermî pêkbînin, lê belê ji aliyê malbata Azak ve nehate pejirandin.
Taziyeya ku li Mala Taziyê ya Şaredariya Erxeniyê hate li darxistin Wezîrê Çandinî û Lawirvaniyê Mehdî Eker jî tevlîbû. Dema ku Wezîr Eker derbazî mala taziyê bû birayê Davût Azak Heyder Azak ji Wezîr Eker re got, “Ez ji we rica dikim ku vê xwînê rawestînin.”
Birayê Davût Azak Davût Azak diyar kir ku, ew pir xemgînin. Azak aşkera kir ku, “Sedemê nexwestina me ya merasime fermî, ji bo tenê ji aliyekê ve neyê nirxandin. Ji bo ev xwîn bê rawestandin pêwîste tişta ji destê her kesê tê bikin. Em êşa xwe di dilê xwe de vedişêrin. Înşallah dê ev ya dawî be. Ger li welatekî bira bira dikuje dê welat sax be, ez nabêjim bila welat sax be. Ger ticarên çekan li pêşiya vê dibe asteng, pêwîste hikumet pêngavên pêwîst bi avêje.”