Malbata gêrîla Suat Akin yê di 23'ê Cotmehê de li Dêrsimê li gel 3 hevalên xwe di şer de jiyana xwe ji dest da, ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin cara 2'emîn çûn Meletiyê û dê serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê bidin.
Di 23'ê Cotmehê de li navçeya Pilimorgiya ya Dêrsimê şer derket û di şer de 4 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest da. Yek ji wan gêrîlayên HPG'ê Suat Akin (Rojhat Miros) bû. Malbata gêrîla Rojhat ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin roja Înê çûn Meletiyê û serî li dozgeriyê dabûn. Lê bi hinceta ku cejne û roja betlanê ye, xwestibûn ku malbat piştî betlana cejnê bên.
Malbata gêrîla Rojhat cara duwemîn ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çûn Meletiyê û dê serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê bidin. Malbata ku piştî serî li dozgeriyê bidin û cenaze wergirin dê li gundê Gilbereşkê yê Êlihê bi girseyî defin bikin.