Malbata gêrîla Rojhat cenaze nas nekir

Malbata gêrîla Rojhat cenaze nas nekir

Malbata gêrîla Suat Akin ê di 23'ê Cotmehê de li Dêrsimê li gel 3 hevalên xwe di şer de jiyana xwe ji dest da, ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin cara 2'emîn çûn Meletiyê û dê serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbata gêrîla Rojhat cenaze teşhîs nekirin û vegeriyan.

Di 23'ê Cotmehê de li navçeya Pilûmûriya Dêrsimê şer derket û di şer de 4 gêrîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan gêrîlayan Suat Akin (Rojhat Miros) bû. Malbata gêrîla ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin roja Înê çûn Meletiyê û serî li dozgeriyê dabûn. Lê bi hinceta ku cejne û roja betlanê ye, xwestibûn ku malbat piştî betlana cejnê bên.

Malbata gêrîla Rojhat cara duwemîn ji bo cenazeyê kurê xwe wergirin çûn Meletiyê û serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan. Malbat pişt re çûn Morga Nexweşxaneyê cenazeyê kurê xwe gêrîla Rojhat tespît nekirin û vegeriyan Êlihê. Malbatê testa DNA'yê dan saziya tiba edlî û vegeriyan Êlihê.