Malbata gêrîla Cewherî çû Meletiyê

Malbata gêrîla Cewherî çû Meletiyê

Malbata gêrîla Semîra Cewherî (Destan Berîtan) ya ku di pevçûna li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest da, ji bo cenaze wergirin çû Meletiyê.

Malbata gêrîlaya HPG'ê Semîra Cewherî (Destan Berîtan) ya ku di 9'ê Mijdarê de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jiyana xwe ji dest da ji bo cenaze wergirin çû Meletiyê. Bav û dayîka Cevherî Haydar û Nadîdet Cewherî ji Îranê hatin Geverê. Piştî malbatê Rêxistina BDP'ê ya Geverê ziyaret kir bi rêveberên MEYA-DER'ê re ber bi Meletî ve derketin rê.