Mahmûd ê YNK'yî: Siyaseta PDK'ê b kêrî dijminên gelê Kurd tê
Parlamenterê YNK'ê Salar Mahmûd mijara 'PDK ji bo rakirina destnedana hin parlamenteran di nava hewldanan de ye' ji ANF'ê re nirxand.
Parlamenterê YNK'ê Salar Mahmûd mijara 'PDK ji bo rakirina destnedana hin parlamenteran di nava hewldanan de ye' ji ANF'ê re nirxand.
Parlamenterê Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) Salar Mahmûd mijara 'PDK ji bo rakirina destnedana hin parlamenteran di nava hewldanan de ye' ji ANF'ê re nirxand.
Mahmûd diyar kir, ji bo guhertineke bi vî rengî divê beriya her tiştî parlament çalak bibe û got, "Eger ev biryar ji aliyê parlamentê neyê girtin û dadgeh bi tena serê xwe vê biryarê bigirin, hingî ev ê li dijî qanûnan be. Ev yek ne karê partiyek bi tena serê xwe bike ye. Ev siyaset heman siyaseta hikûmeta AKP'ê ye ku li ser parlamenterên HDP'ê ferz dike."
'KARÊN NE QANÛNÎ TÊN KIRIN'
Mahmûd da zanîn, di navbera partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê de hevrikiyeke mezin a siyasî heye û anî ziman, ku di nava vê hevrikiyê de li şûna ku ji bo yekîtiya neteweyî kar bê kirin, dijminatî tê afirandin. Mahmûd got, "Di nava vê hevrikiyê de PDK li aliyekî ye, hemû partiyên din ên siyasî li aliyê din e. Bi taybetî YNK û Goran di siyaseta Başûr de du hêzên herî bi bandor in. Vê hevrikiya siyasî, guhertina sîstema siyasî ya li Başûrê Kurdistanê weke armanca daniye pêşiya xwe. Mixabin PDK di nava vê rewşê de serî li gelek rêyên ne qanûnî daye."
'AKP LI SER HDP'Ê ÇI FERZ DIKE, PDK JÎ HEMAN TIŞTÎ FERZ DIKE'
Mahmûd got, "rakirina destnedana parlamenteran karê parlamentê ye" û wiha dewam kir: "Ji bo rakirina destnedanê divê li parlamentê planek bê amadekirin, pêşkêşî nêrîn û rayeya parlamenteran were kirin û di vê çarçoveyê de biryar bê girtin. Ev ne karê partiyekê ye bi tena serê xwe bike. Ev siyaset, heman siyaseta hikûmeta AKP'ê ye ku li Bakurê Kurdistanê li ser parlamenterên HDP'ê ferz dike. Di mijara rakirina destnedanê de ti dijberiya me nîne. Lê belê ya ku ev dixwazin bikin, karekî ne qanûnî ye. Her çend ne adîl jî be AKP bi rêya parlamentê destnedana parlamenterên HDP'yî radike. Lê belê li cem me, destûr ji parlamentê re nayê dayîn ku bixebite. Destûr nayê dayîn ku Serokê Parlamentê li karê xwe vegere û niha dixwazin bi rêya dadgehê destnedanê rakin."
'DIVÊ EV SIYASETE WERE GUHERTIN'
Mahmûd da zanîn, PDK li herêmê siyaseteke şaş û ne neteweyî dimeşîne û got, "Ji ber rewşa xwe diviyabû hikûmeta Başûrê Kurdistanê destek bida têkoşîna azadiyê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê û ji bo serketina vê têkoşînê tecrûbeyên xwe parve bikira. Ji ber ku bi rastî yan jî kêmasiyên xwe ev 25 sal in hikûmeteke me heye û em li ser herêmeke berfireh serdest in. Li şûna ku em destekê bidin Rojava, em deriyên xwe li ser digirin. Em têkiliyên xwe yên aboriyê yên bi dewleta Tirk re li hemberî wan weke amûreke zextê bi kar tînin. Li şûna ku em şerê li hemberî gelê me yê li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin şermezar bikin, em dibînin li dijî PKK'ê kampanyayeke mezin a reşkirinê tê meşandin. Ev siyaset li Kurdistanê bi ser nakeve. Lewma divê ev siyaset were guhertin."
'GELEK WEKÎLÊN PDK'YÎ JÎ ACIZ IN'
Salar Mahmûd diyar kir, gelek parlamenterên PDK'yî jî ji vê siyasetê aciz in û ji rayedarên PDK'ê xwest guh bidin vî dengî. Mahmûd got, "Ev siyaset bi ti awayî bi kêrî Kurdan nayê. Ev siyaset xizmetê ji dijminên Kurdan re dike. Bi kêrî dijminên demokrasiyê tê."
Mahmûd got, "Yên ku vî karî dikin eger pê nizanibin hinî rewşeke nebaş e, lê eger pê zanibin û bi vî rengî vê siyasetê dimeşînin, hingî rewş bêhtir nebaş e. Lewma ev rewş ne demokratîk e û bi kêrî berjewendiyên gelê me nayê. Di nava hevrikiya siyasî de pêwîste hemû partiyên Kurd ji bo yekîtiya neteweyî bixebitin. Gelek parlamenterên li nava PDK'ê jî ji vê siyaseta heyî aciz in. Di mijara rakirina destnedanê de weke me difikirin. Em hêvîdar in wê PDK guh bide vî dengî û dest ji vê siyaseta xwe ya şaş berde."