Lîstikvanên Amedsporê: Em ê ji rêya xwe venegerin
Lîstikvanên Amedsporê diyar kirin, êrîşên nîjadperestî yên li hemberî wan bi konsepta şer a AKP'ê re zêdetir bûne.
Lîstikvanên Amedsporê diyar kirin, êrîşên nîjadperestî yên li hemberî wan bi konsepta şer a AKP'ê re zêdetir bûne.
Kulûba Amedsporê, tevî maçên xwe yên li lîgê di heman demê de li hemberî êrîşên nîjadperestî û neheqiya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê lê tê kirin, têdikoşe. Tevî hemû êrîşan û cezayên lê tên birîn jî, Amedspor her roj mora xwe datîne binê serketinên nû.
Lîstikvanên Kulûba Amedsporê ji ANF'ê re axivîn.
ÇETÎN: WEKE MAÇA NETEWEYÎ TÊ LÎSTIN, NÊZ DIBIN
Lîstikvanê Amedsporê Abdullah Çetîn da xuyakrin, ku ew êrîşên nîjadperestan û alîgirên Ankaragucu yên li hemberî wan hatin kirin, êrîşên plankirî ne û got, "Berî ku em biçin maça Enqereyê, hevalekî min li min geriya û got wê êrîşek li hember reverberiya me çêbibe. Lê me hîç bawer nekir ku êrîşek vî rengî ji aliyê nîjadperestan ve bê kirin. Tevî ku min ev mijar ji rêveberiyê re got jî, rêveberiya me got, 'çawa çê dibe em her tim li rûyê hev mezê dikin, di navbera me de ti pirsgirêk nîne, çima tiştekî wisa biqewime'."
'EM TI CARÎ DEST JI NASNAMEYA XWE BERNADIN'
Çetîn da xuyakirin, ku êrîşên li hemberî wan, piştî rûdana şerê li Kurdistanê dijwartir bûye û got, "Em bi nasnameya xwe ya Kurd û xwesteka me ya aştiyê ve zêdetir bûne hedef. Erê, ez Kurd im û dixwazim wek Kurdekî jî bijîm. Ji ber ku nasnameya min hin kesan aciz dike, ez dest ji nasnameya xwe bernadim. Reveberiya me, alîgirê me û lîstikvanên tiştekî dixwazin; ew jî aştî ye. Her çi biqewime jî em ji dest vê xwesteka xwe bernadin, dibe ku demek direj bixwazê lê aştiyê bê vî welatî."
OZER: ÊRÎŞ DI DEMÊN DAWÎ DE ZÊDE BÛN
Qeptanê Tîma Amedsporê Şeyhmûs Ozer diyar kir, ev êrîşên li hemberî tîma wan, piştî ku navê xwe kirin Amedspor zêdetir bûne û got, "Nêzî 2 sal in di vê tîmê de dilîzim. Demeke dirêje em diçin lîstikên derve, lê belê ev demeke êrîş di asteke xetere de ne. Beriya her tiştî futbol lîstika aştî û biratiyê ye. Dema ku tîmên derve tên em hewl dinin di herî asta jor de wan peşwazî bikin. Lê heta niha em kîngê biçin lîstikek derve her tim rastî êrîşan tên. Xwezî ticarî ev êrîş nebûna û me wek birayan lîstika xwe bilîsta."
Ozer diyar kir ku ev gotinên nijalperest bingeha xwe ji şerê dema dawiyê dijwar bûye digire û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em ê her tim sekna xwe ya aştîxwaziyê biparêzin û tîmên ku bên deplasmanê jî em ê bi gulan wan peşwazî bikin. Wê heta kîngê wiha berdewam bikin. Em ê her tim di vê lîgê de cihê xwe bigirin û ew jî wê her tim jî me re rû bi rû bin."