Li Zap û Heftanînê tevgera hewayî

Li ser Herêmên Parastinê yên Medya tevgera hewayî ya artêşa Tirk didome.

Li ser Herêmên Parastinê yên Medya tevgera hewayî ya artêşa Tirk didome.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li ser herêmên gerîlayan tevgera balafirên şer û keşfê didome.

HPG’ê der barê tevgerê de ev agahî dan:

“Di 12’ê Sibatê de saet di navbera 12.00-13.30 û 15.00 û 17.00’an de  li xeta sînor a herêma Zapê balafirên şer ên artêşa dagirker a Tirk xebatên keşfê pêk anîne. Dîsa li ser heman herêmê di 13’ê Sibatê de saet di navbera 13.00-14.00’an û di saet di 13.00-14.00’an de  balafirên şer keşf pêk anîne.

Her wiha heman rojê 12’ê Sibatê de saet di navbera 15.00 û 15.30’an de  li herêmên derdora Qerekola Bîlîcan ku di bin kontrola artêşa Tirk de ye û li sînorê xeta Zapê ye, rasterast bi çekên giran gulebaran kirine.

Di 13’ê Sibatê de saet di navbera 14.00 û 15.00’an de li xeta sînor a Heftanîn a Herêmên Parastinê yên Medya û herêma Xantur  balafirên şer yên Tirk’ê geriyane.”