Li Xelfetiyê komploya navneteweyî hat protestokirin
Li warê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Xelfetiyê, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi sedan kes bi meşaleyan meşiyan.

Li navçeya Riha Xelfetiyê, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi meşeke meşaleyî hat şermezarkirin. Li Xelfetiyê, ku di heman demê de warê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, bi sedan kes ji bo şermezarkirina komployê li ber avahiya DBP'ê ya navçeya Xelfetiyê civiyan. Di çalakiyê de Hevşaredarên Xelfetiyê Mûstafa Bayram û Ayşe Dûrmûş, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên navçeyê, amade bûn.
Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ, Kobanê û Şengalê" hatin qîrin. Li gel alên PKK, KCK, YPG û YDG-H, pankarteke reş a bi nivîsa "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hat hilgirtin.
Balkêş bû ku çalakiyê de piraniya mirovan kincê reş li xwe kiribûn. Bi sedan meşaleyên hatin pêxistin, derdor ronî kirin.
Li dû meşê girseya gel li ber avahiya DBP'ê ya navçeyê cihê kombûnê vegeriya û bi qîrîna dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.