5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan bi peyama azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşxistina Yekîtiya Neteweyî li ser xeteke rast bi dawî bû.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan ku her ji du salan carekê li wargehê tê lidarxistin û îsal di 27-28 û 29’ê cotmehê de bi şîara “Rêbertiyek Azad, Kurdistanek Azad û Jiyanek Azad” hat lidarxistin şevê din bi beşdariya bi hezaran niştecihên wargehê, mêvan, hunermend û komên hunerî yên ji çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî biheybet bi dawî bû.
Di roja dawî ya mîhrîcanê de peyamên ji partî, rêxistin, sazî û şexsiyetên girîng û rêzdar hatin dayîn, yekîtiya neteweyî û bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî azadiya jinê mohra xwe li şevê xist.
Şeva dawî ya mîhrîcanê bi Koma Hawram a Hewlêr ku derket ser dikê dest pê kir, komê bi awaz, kilam û muzîka xwe ya otantîk hestên yekîtiya neteweyî dan jiyandin. Piştî Koma Hawram a Hewlêr peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR hat xwendin. Di peyamê de destpêkê ku mîhrîcan tê pîrozkirin wiha berdewam dike: “Weke tê zanîn tecrîda li hemberî Rêbertiya me ku dahatûya azad a gelê Kurd û jina Kurd e, bi berxwedaneke mezin têkoşîna avakirinê dide. Rêbertiya me ku bi awayekî bêhempa li Îmraliyê li ber xwe dide, gerîllayên Kurdistan jî di nav berxwedaneke mezin de ne. Dîsa li Bakurê Kurdistan bi dehhezaran berxwedêr di zîndanan de di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Her wiha li Rojavayê Kurdistan gelê Kurd pergala xwe ya xweseriya demokratîk ava dike. Lewma em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne.”
Di peyama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR de berxwedana Fermandara Gerîlla Bêrîtan tê destgirtin û wiha berdewam dike: “Bêrîtan jiyana azad bi evîna çiyayan mezin kir. Pêvajoya me ya şerê gel ê şoreşgerî ber bi serketinê ve birin, di zindîhiştina ruhê berxwedanê yê Hevala Bêrîtan de derbas dibe. Weke Bêrîtana ku dibe ronahiya keçên xweşik û bedew ên Kurd Çîçek, Rûken, Arjîn, Rêvan, Şayan, Silav, Faraşîn, Viyan û bi dehan jinên rêhevalên Rêber Apo û ala azadiyê ya me ji wan girtiye ji bilî ku em li ser lûtkeyan bilind bikin û têkoşînê ber bi azadiyê ve bibin rêyeke din ji bo me nîn e.” Piştî Peyama Fermandariya Biryargeha YJA-STAR hat xwendin gel bi deqiqeyan dirûşm gotin. Her wiha Koma Açelya ya Weqfa Jinên Mexmûr bi stranên şoreşgerî coşeke mezin bi niştecihên wargehê û mêvanan da jiyandin.
Piştî Koma Açelya peyama Konseya Rêveber a KNK’ê, peyama Serokê Yekîtiya Parlamenterên Kurdistan Namet Abdullah, peyama Konseya Rêveberiya Partiya Lîberal a Demokrat a Rojhilatê Kurdistan, peyama Hemwelatiyên Azad û Wekhev, hatin xwendin. Di heman demê navê nûnerên partî û şexsiyetên girîng û rêzdar ku wek mêvan jî beşdarî mîhrîcanê bibûn hat xwendin ku Kurê Şêx Husên Lolanî, Erşed Bradostî, Serokê Federasyona Rêxistina Medenî Kek Ednan, Nûnerê Eşîreta Surçî, Endamê Bizotnaweyî Demokratîk Xwazanî Kurdistan û Partî Azadî Kurdistan hatibûn mîhrîcanê destek û piştevaniya xwe nîşan dan. Her wiha gelek mêvanên ji xelkê Zaxo, Duhok, Hewlêr, Kerkûk, Silêmanî, Bexda û hwd. ji bajarên Başûrê Kurdistan û Iraqê hatibûn.
Di mîhrîcanê de Koma Folklorê ya Şehîd Arîn ku ji keçên biçûk pêk dihat bi lîstîkên xwe kêliyên rengîn dan jiyandin. Piştî Koma Folklorê peyama Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê hat xwendin di peyama Meclîsa Gel de 5. Mîhrîcana Çand û Huner a Şehîd Bêrîtan ku hat pîrozkirin, balê dikişîne ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger û wiha didome: “Em di wê baweriyê de ne ku wê têkoşîna me bi ser bikeve. Wê gelê Kurd bigihîje azadiya xwe û wê Rêber Apo azad bibe. Lê ji bo em bi ser bikevin pêwîst e, em bi ruhê rêhevala leheng Bêrîtan tevbigerin û têkoşînê bi rê ve bibin.”
Hunermend Nûarîn jî derket ser dikê û bi strana xwe ya bi navê “Gerîlla” beşdar coşandin. Peyama Şaredariya Wargehê ya ji bo mîhrîcanê ku hat xwendin têde tê destnîşankirin ku bi berxwedana Bêrîtanan êdî aşkere bû ku li hemberî her cure kedxwarî û teslîmiyetê wê jina Kurd têkoşîn bike û wiha berdewam dike: “Lewma em wek gelê wargehê me soz daye em ê tu carî Bêrîtanan ji bîr nekin. Ji tevayî berxwedêrên zîndanan û gerîllayên Kurdistan re piştgirî û desteka xwe didin nîşandan û berxwedana wan silav dikin.”
Erol Berxwedan jî ku herî dawî derket ser dikê bi stranên xwe gel coşand.
Di dawiya şevê de tevayî hunermend û kom ên ji çar parçeyên Kurdistan beşdarî mihrîcanê bibûn; ligel wan tevayî sazî û dezgehên wargehê û komîteya amadekar jî di nav de pêkve derketin ser dike mêvan û gel silavkirin.
Endama Komîteya Amadekar a mîhrîcanê Fadîle Tok axaftin kir. Tok anî ziman ku li her aliyên Kurdistan li hemberî dagirkeriyê berxwedana gelê Kurd heye û wiha got, “Ji çiyayên Kurdistan heya zîndanan û qadan gelê Kurd li hemberî zilm û zorê di nav berxwedanekê de ye. Wê di demeke nêz de sîstem û pergala dagirkeriyê hilweşe.” Piştî axaftina Fadîle Tok Meclîsa Îştar a Wargehê xelat dan tevayî hunermend, kom û komîteya amadekar, sazî û dezgehên wargehê, Hevserokên Meclîsa Gel, Şaredar Ehmed Ozer, pêşkeşvan Reşîd Kaplan û Fîlîz Budak û hwd. kesên di mîhrîcanê de ked dane. Mîhrîcan bi dirûşmayên “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû. Fîşekên hewayî jî asîmanên wargehê rengareng kir.