Li Wanê ‘xwekuştina’ leşkerek din!

Li Wanê ‘xwekuştina’ leşkerek din!

Hate îdîakirin ku leşkerekî li yekîneya leşkerî ya li gundê Karahîsar ser bi navçeya Saray ya Wanê ve xwekuştiye.

Li gorî agahiyan bûyer duh şev di demjimêrên şev yên 23.30’an de li yekîneyek ya leşkerî ya gundê Karahîsara ser bi navçeya Saraya Wanê rû da. Hate îdîakirin ku, leşkerê navê wî nehate aşkera kirin li qulîba nobetê gule berdaye serê xwe û xwekuştiye. Cenazeyê leşkerê mirî rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Wanê.

Di van salên dawî de mirina bigûman ya leşkeran zêdebûn. Di derbarê mirinên weke xwekuştin û qezayê binav dikin lêpirsînek bibandor û baş nayê birêve birin. Tê diyarkirin ku, leşkerên di pevçûnan de jî dimirin, bi gotinên weke “qeza” yan jî “xwekujiyê” aşkera dikin.

Pêşniyar pirsa ku Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane dayî, li gorî daneyên Wezareta Parastina Netewî di 2,5 salên dawî de bigiştî 252 leşkeran li qişlayê di dema erkê de jiyana xwe ji dest dane. Ji vana mirina 175 kesan weke xwekujiyê hatin aşkera kirin.

Li ser pêşniyar pirsa Parlementerê CHP’ê Agbaba jî dayî, di bersiva 27’ê Nîsana 2012’an de hate gotin ku, di navbera salên 2002-2012 ango 10 salan bigiştî 1470 personelan jiyana xwe ji dest dane, ji vana jî 934 kesan xwekuştine.