Li Wanê tevahiya şevê çalakiyên protestoyî

Li Wanê bi meş û çalakiyekê 16. salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, hat şermezarkirin.

Li Wanê bi meş û çalakiyekê 16. salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, hat şermezarkirin. 

Bi hezaran kesên meşale girtin destê xwe li qada Beşyol û Erekê hatin cem hev û bi dirûşmên, "Bijî Serok Apo"  ber bi garaja berê ya şaredariyê meşiyan. Rêveberên HDP, DBP, dayikên Aştiyê û bi hezaran kes tevlî bûn. Li garaja şaredariyê daxuyaniyek hat dayîn û komplo hat lanetkirin.

Piştî axaftinê polîs êrîşê girseyê kir. Di pevçûna derket gelek kes birîndar bûn û kesek hat binçavkirin.

Li Wanê tevahiya şevê protestoyan berdewam kir.