Serê sibê polîsên AKP’ê di ser avahiya Şaredariya Wanê de girtin. Polisan di serdegirtina mal û şaredariyê de Nûçegihanê ajansa DÎHA’yê Şermîn Soydan û Ulaş Eroglu jî binçavkirin. Lêgerîn didome.
Li Wanê serê sibê polîsên AKP’ê di ser avahiya Şaredariya Wanê û gelek mal û saziyên din de girtin. Di serdegirtinan de lêgerîna polîsan didome. Li aliyê din polîsan di ser buroya ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA’yê ya Wanê û mala ajansê de jî girtin û di serdegirtinê de nûçegihanên ajansa DÎHA'yê yên Wanê Şermîn Soydan û Ulaş Eroglu jî di rê de hatin binçavkirin. Serdegirtina mal û saziyan didome. Tê gotin ku gelek kesên din jî hatine binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.