Serê sibê polîsên AKP’ê di ser avahiya Şaredariya Wanê, saziyên sivîl û gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtinan de gelek kes binçavkirin.
Li Wanê serê sibê polîsên AKP’ê di ser avahiya Şaredariya Wanê, gelek mal û saziyên din de girtin. Di serdegirtinan de nûçegihanê ajansa nûçeyan ya dîcle DÎHA'yê yên Wanê Şermîn Soydan û Ulaş Eroglu jî di nav de gelek kes binçavkirin. Polîsan di ser hemû depoyên şaredariyê, rehabilitasyona navenda sewalan, amîrên şaredariyê û mala Wekîlê Şaredarê Wanê Seîd Abî, buroya ajansa DÎHA, malên Seîd Kantarcioglu, Selîm Bozyigit, gelek malên din de girtin.
Kesên ku heta niha navê wan hatin zelalkirin wiha ne: "Şermin Soydan, Ulaş Eroglu, Selim Bozyigit, Şêwirmendê Şaredariyê Seîd Kantarcioglu, Seroka Meclîsa Giştî ya Bajar Semira Varli, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Sener Elter, Hevseroka BDP'ê ya Bajar Fevziye Şiran, Rêveberê BDP'ê Naif Ograş, Habîb Abî, Rêveberê berê Naîf Işik jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin.
Piştî lêgerîna buroya ajansa DÎHA bi dawî bû, Şermîn Soydan û Ugraş Eroglu serbest berdan. Lê gerînên avahiyên şaredariyê didomin. Polîsan hardîskên komputeran, qartên hişê wênekêşan, fotokopiyên daxuyaniyên çapemeniyê girtin. Polîsan li nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat de jî girtin û arşîvên rojnameyê desteser kirin. Lêgerîna ajansê û rojnameyê nêzî 2 demjimêr û nîvan berdewam kir. Polîsan li Şaredariya Eganîs, Elbakê de jî girtin. Di serdegirtina şaredariyan de bi tevahî nêzî 30 kes hatin binçavkirin.