Serê sibê polîsên AKP’ê di ser avahiya Şaredariya Wanê, Şaredariya Eganîsê, Ajansa Nûçeya ya DÎHA ya Wanê, Nûnertiya Azadiya Welat û gelek malan de girtin. Polisan di serdegirtinan de herî kêm 19 kes binçavkirin.
Li Wanê serê sibê polîsên AKP’ê di ser avahiya Şaredariya Wanê û gelek mal û saziyên din de di bin navê KCK'ê de serdegirtin pêk anîn. Di serdegirtinan de herî kêm 19 kes hatin binçavkirin. Polîsan di ser hemû depoyên şaredariyê, rehabilitasyona navenda sewalan, Midurtiya Îmarê, amîrên şaredariyê û mala Wekîlê Şaredarê Wanê Saît Abî, buroya Ajansa Nûçeya ya DÎHA, Nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat, malên Saît Kantarcioglu, Selim Bozyigitîn, mala Şaredarê Eganîsê ya Erdîşê Veysel Keser û gelek malên din de girtin.
Polîsan di lêgerînê de alav û amûrên komputera şaredariyê, kartên wênekêşan ên ajansa DÎHA'yê û fotokopiyên daxuyaniyan, CD û flaş desteser kir. Lêgerînên li buroya ajansa nûçeyan DÎHA û Nûnertiya Azadiya Welat nêzîkî 2 demjimêr û nîvan berdewam kir. Piştî lêgerîna DÎHA bi dawî bû Şermîn Soydan û Ulaş Eroglu serbest hatin berdan. Polîsan li Nûnertiya Rojnameya Azadiya Welat a Wanê jî gelek pirtûk, arşîv û hard dîsk desteser kirin.
Kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin wiha ne:
Endamê Meclîsa BDP'ê Huseyin Dag, Seroka Giştî ya Melîsa Bajar Semira Varli, Cîgirê Şaredar Selim Bozyigit, Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, Şêwirmendê Şaredar Saît Kantarcioglu, Endamê Meclîsa Bajar a Wanê Senar Elter, Hevserokên BDP'a Wanê Fevziye Şîran, Yakup Ataş Rêveberê BDP'ê Naîf Ograş, Habîb Abî, rêveberê BDP'e yê berê Naîm Işik, Nacî Erkol, Îbrahîm Alkan, Îhsan Arslan, Îsmaîl Demîr, Muselma Pala, Serokê BDP'a Elbakê Salahattin Bozkurt, Mamosteyên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê yê berê Nimet Ege û Meral Gungor.