BI DÎMEN

Li Wanê mitînga ‘Ne tecrîd lê azadî wê bi ser bikeve’ destpê kir

Li Wanê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de mitînga bi dirûşmeya “Ne tecrîd lê azadî wê bi ser bikeve” destpê kir.

Li Wanê ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve mitînga bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî wê bi ser bikeve” tê lidarxistin. Di mitînga di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û aktivîsta TJA’yê Gulten Kişanak biaxivin.

Di mitîngê de wê hunermend Xecê û Aylîn Demîrkaya derkevin ser dîkê.

Mitîng niha bi axaftinan dewam dike.