Li Wanê ji bo Fermandar Mehmet Goyî meşek girseyî

Li Wanê ji bo Fermandar Mehmet Goyî meşek girseyî

Rêxistina BDP'ê û MEYA-DER'ê ji bo endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) ku di navbera 14-15'ê Cotmehê de li navçeya Elkê jiyana xwe ji dest dabû, dê meşek girseyî pêk bîne.

Rêxistina BDP'ê û komeleya MEYA-DER'ê ya Wanê, ji bo endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Mehmet Kaplan (Mehmet Goyî) ku di navbera 14-15'ê Cotmehê de li navçeya Elkê ya Şirnexê jiyana xwe ji dest dabû, dê meşek girseyî pêk bîne. Di demjimêr 12.00’an de dê li goristana Şabaniye kom bibin û heta konê sersaxiyê meşek girseyî pêk bîne.