Li Wanê dehhezaran li dijî şer aştî qîriyan
Li Wanê Selahattîn Demîrtaş di mitînga “Li hemberî şer aştî” yê de ji dehhezaran kesan re axivî, Hevserokê Giştî yê HDP’ê banga bilindkirina dengê aştiyê kir
Li Wanê Selahattîn Demîrtaş di mitînga “Li hemberî şer aştî” yê de ji dehhezaran kesan re axivî, Hevserokê Giştî yê HDP’ê banga bilindkirina dengê aştiyê kir
Li Wanê Selahattîn Demîrtaş di mitînga “Li hemberî şer aştî” yê de ji dehhezaran kesan re axivî, Hevserokê Giştî yê HDP’ê banga bilindkirina dengê aştiyê kir
Li Wanê di mîtînga ku HDP'ê bi dirûşma "Em ê bi we şer nedin kirin" de bi deh hezaran kesan li dijî şerê AKP'ê daxwaza aştiyê qiriyan. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê di mîtîngê de axivî diyar kir ku AKP şerê ku di bin navê parastina welat de daye destpêkirin ne şerê parastina welat e "parastina qesrê ye" û bang li hemû kesan kir ku li dijî şer berxwedanê nîşan bidin. Demîrtaş bi gotina "Girtekên Îmraliyê aşkera bike" ve bang li hikûmeta demî ya AKP'ê ya pêvajoıya çareseriyê manuple dike, kir.
Li Wanê HDP'ê li Duriyana Çandê bi dirûşma "Em ê bi we şer nedin kirin" mîtîng li dar xist û ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kes beşdar bûn û daxwaza xwe ya aştiyê anîn ziman. Mîtinga ku bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beşdar bû de gel beriya mîtîng dest pê bike govend gerandin. Li qadê pankarta "Em ê bi we şer nedin kirin" "Em li hundir û derve şer naxwazin" hatin daliqandin û dîsa pankarta Koma Çarşi ya "Ji şer û mirinan re na" hate vekirin. Jin bi cilên xwe yê neteweyî ve beşdarî mîtîngê bûn. Di mîtîngê de gel dirûşmên "PKK gel e, gel li vir e" "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de got ku li her deverê Tirkiyeyê divê mirov dest bidin hev û li dijî şer dengê xwe derxînin û wiha axivî: "Mİrin çawa tên rawestandin, xwîna dirije çawa tê sekinandin, yên ku vî dipirsin wiha sekna xwe nîşan didin. Heke gel li qadan bin dê raweste. heke bibêjin em naxwazin zarokên xwe ji seltanata qesrê re bihêlin dê bisekine. Me di 7'ê Hezîranê de bi piştgiriya we bi peyamekî xurt li ser navê azadiyê diyarî Tirkiyeyê kir. Heke bê bîra we di kîjan şert û mercan de xebat meşandine ji bîr nekir. Hêj mehek derbas nebû. Yên ku dibêjin ev ji demokrasiyê fêm nakin çawa di dema hilbijartinan de makeqanûn bin pê kirin, edaleta hilbijartinê bin pê kirin, biryarên YSK'ê bin pê kirin. Bi derfetên dewletê û serokomariyê ve li dijî me kampanyaya hilbijartinê dan meşandin. bi sedan rojname, nêzî hezar televîzyon, rojnameyên herêmî û neteweyî, bi milyanonan hesabên medyaya civakî ve xwestin partiya me li ber çavên gelên Tirkiyeyê bê îtibar bikin. Li Edene û Mêrsînê avahiyên partiyên me bi bombeyan teqandin. Li 176 cihan êrîşî partiya me kirin. Me çi kir, li dijî van provokasyonan me got em ê neyên provokasyonan. Em derketin û me peyamên biratiyê da. Ez bang li kesên ku îro dibêjin HDP şer dixwaze dikim; parçeyên laşê rêhevalên min, cenazeyên wan ên şewitî li ber çavên min birin dîsa jî me peyama aştiyê da. Heke tiştek bê serê we yekî hûn ê welat bikin gola xwînê rezilino, ma ji wa rezîltir heye? Li gel van êrîşan me ji sindoqê aştî derxist."
Demîrtaş di axaftina xwe de li ser israra AKP'ê ya di şer de sekinî û wiha got: "Me ji sandoqê ji sedî 13 piştgirî derxist. Ya ku nikarin hezm bikin ev e. Ligel evqas pere û derfetan heke me nekarî van biperçiqînin gotin wê demê yekane rê heye ew jî şer e. Wekî berdêla ji sedî 13 şer derxistin. Berdevkên AKP'ê çi dibêjin wan ji sedî 13 deng girtin ji ber vê yekê qediya. niha pêve dê fîlma pêvajoyê bikişînin. ma yên ku maseya Dolmabapçeyê xira kirin ne ev in. Yê ku got ew wêne şaş bû ma ez im, ne serokomar e? Yê ku got pirsgirêka kurd tine ye ma ez im an serokomar e? Yê ku got niha şunde wê li Îmraliyê hevdîtin pêk neyê ez im an serokomar e? HDP pêvajo li ku asteng kiriye li ku asteng nekiriye. Bêyî ku şerm bikin yek derketiye û dibêje ku HDP'iyan Ocalan xapandin, ji ber vê yekê jî wê heyet neçe Îmraliyê. Ez li vir bang dikim, ma girtekên Îmraliyê tine ye? Di destê dewletê de jî heye, destên heyetê de jî heye. Ji serî heta niha em dibêjin bila hevdîtinên Îmraliyê şefaf be. Ez bang dikim we li îmraliyê çi gotiye, çi nîqaş kiriye, kê paş ve gav avêtiye, kî samîmî ye em nîşan bidin. Heke baweriya we bi girtekan tine ye wê demê bila heyeta şopandinê bi heyeta dewletê û heyeta Îmraliyê ve biçe, Îmraliyê. Bila aşkera bê nîqaşkirin em jî bibînin."
Demîrtaş anî ziman ku hikûmeta demî, serokwezîrê demî û xwediyê qesrê li hemberî HDP'ê aciz in û wiha pêde çû: "Cima? Xwestin em birêz Ocalan bixapînin. Ji ber vê yekê bi hêrs in. Me jî ne Qendîl ne jî Ocalan nexapand, ne jî me ji gelê xwe re derew kir. Me kes nexapand û bi serbilindî hatin van rojan. Heke hûn jî wekî gel van tiştan dibînin ku ji ber daxwaza îxtidarê ye van sekinandin pêkan e. HDP li her derê Tirkiyeyê kete dilên gelan. Yên ku dengên xwe nedan jî HDP'ê wekî partiya xwe dibînin, dûa dikin, baweriya xwe bi polîtîkayên wî tînin. Li her derê Tirkiyeyê peyamên piştevanî û dostaniyê tên. Niha ji ber ku ji van ditirsin, ditirsin ku wê ber bi îxtiradê ve bimeşin şer dan destpêkirin. Dixwazin vê xwînê bipejiqînin ser HDP'ê. Ez îro li Wanê çûm serdana malbatekî leşker û malbetekî YPJ'yî. Herdu jî xwîşk û birayên me ne, mirovên me ne, êşên me ne. Yên ku dixwazin xwînê bipejiqînin li ser me ji bîr nekin, yên ku vê yekê ji me re dibêjin, yên xwê ya kesên li Enqereyê rûdinên ziwa ye hûn heta eniya xwe ketine nava xwînê, bi xwînî can hatiye we."
Demîrtaş da zanîn ku çapemeniya alîgir di van rojan de gelek bi heyecanin bêyî ku şerm bikin dibêjin; 'Dengên me zêde bûn lê niha na. Operasyon bi kêr hatin lê têr nake' û wiha got: "Hatina cenazeyan têra wan nake, xwîn pêwîste û pêwîstiya wan bi tabûtên ku bedenên ciwanan têde ne heye. Em weke HDP'ê bi rojane bang dikin lê kesên xwe bi vî şerî didin jiyîn bêdeng in. Em dibêjin bila çek bêdeng bibin. Lê ew dibêjin 'heta terorîstek bimîne wê operasyon berdewam bikin.' We maseya muzakereyan xira kir lê em dibêjin bila carek din were ava kirin lê dibêjin; 'heta terorîstek bimîne wê operasyon berdewam bikin.'"
Demîrtaş bi lêv kir ku dema ew zarok bû jî serokomar û serokwezîrên wê demê jî ev gotin gotibûn û wiha pêde çû: "Em ji salên 80'î heta niha bi gotinên wan ên weke 'Emê koka we biqedînin, em ê wan tine bikin' mezin bûn. Em mezin bûn, bûn parlamenter, me ji sedî 13 deng wergirt û bi 80 parlamenteran çûn meclîsê. Têkoşîna gelê ku digotin 'em ê wan biqedînin' hat ku derê. Hûnê çawa tine bikin weke li Silopiyayê û Zergelê?"
Demîrtaş destnîşan kir ku destê dayikên polîs, leşker û gerîlayan li ser dilê wane çi mafê wan heye van êşan bi dayikan bidin kişandin. Demîrtaş diyar kir ku nemerdiya herî mezin ew e ku siyasetmedar li ser dayik û bavan kursiya xwe bifikirine û wiha got: "Bila kursî û meqamên me hilweşin lê bila kesek jiyana xwe ji dest nede. "
Demîrtaş da zanîn ku derdê wan ew e ku HDP'ê di bin bendê de bihêlin, li qesrê keyf bikin û wiha axivî: "Ger em bizanin wê azadî û aştî were em ê nekevin hilbijartinan. Em ne wekî we ne ji bo kursiyê rûmeta xwe li bazaran bifiroşin. Niha gelek cenaze diçin bajarên Tirkiyeyê lê Serokê Aboriyê xaniyan dikire dibêje 'pêwîstiya me pê heye' em ji van mirovan in."
Demîrtaş da xuyakirin ku navê wan Partiya Demokratîk a Gelane, ji bo maf û demokrasiyê hatiye avakirin û ev têkoşîn bi wan ne hatiye destpêkirin û wiha got: "Hûnê dengê milyonan çawa bêdeng bikin, hûnê çawa destnedayina parlamenteran rakin û hûnê çawa partiya gelan bigirin. Hinek mejiyê xwe bînin serê xwe û ji bo ji vê felaketê vegerin hîna ne dereng e. Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê wiha destpê kir."
Demîrtaş anî ziman ku ger şerê navxweyî destpê bike wê hemû welat winda bike, divê çek bêdeng bibin û divê hikûmet banga ‘em ji muzakereyan re amade ne’ bike. Demîrtaş bi lêv kir ku ew ê di vê pêvajoyê de çi bikeve ser milê wan wê bikin û wiha domand: "em dikarin di nava 15-20 rojan de encamên muzakerayan bînin meclisê û ji bo şer û pevçûn çênebin çareseriyekê ava bikin. Bes bila gelê me bibêjin em şer naxwazin. Ger ciwan, jin, polîs, dayikên leşkeran, akademîsyen, Elewî, Xiristiyan bibêjin em bi we şer nadin kirin wê di du rojan de aştî pêk were. Em ê bikaribin van kuştinan bidin sekinandin. Îro Wan tişta dikeve ser milê xwe pêk tîne. Em ê sibe li Stenbolê bi milyonan aştiyê biqêrin. Ger biratiya Wan û Stenbolê bibe biratiya aştiyê wê demê dê şerxwaz winda bikin."
Demîrtaş da zanîn ku ger bixwazin hilbijartina zû bikin keremkin bila bikin, derdê wan ne şer aştiye û wiha axivî: "Bi hinceta ku welat bidin gefan daye ketin nava şer lê ev welatê me hemûyan e ger gefek li ser welatê me hebe em hemû wê welatê xwe biparêzin. Lê bila parastina qesrê weke parastina welat nîşan nedin. Li holê parastina kursiya AKP'ê heye. Em ê neyên lîstikên wan. Ji bo şertên muzakereyê bên avakirin divê em hêj bêhtir bixebitin. Çi bikin bila bikin lê hûn bi sebir, bêyî ku xwe bidin perçiqandin hûn aştiyê biqêrin. Ger em wiha bikin em ê bi wan şer nedin kirin. Em ê bi bayê HDP'ê yê hêviyê ji van xilas bibin."
Piştî axaftinê Demîrtaş kevokên aştiyê firandin û ji qadê veqetiya. Demîrtaş wê di saetên pêş de bi nûnerên saziyên sivîl ên Wanê re civînekê li dar bixe.