Li Wanê cezayê dîsîplînê dane girtiyan

Li Wanê cezayê dîsîplînê dane girtiyan

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê yên bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 rojan ketin greva birçîbûnê rastî cezayê dîsîplînê hatin. 82 girtiyên tevlî çalakiya gireva birçîbûnê bûn cezayê dîsîplînê girtin.

82 girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê yên bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan li dar xistin, ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bêyî parastina wan bê girtin cezayê dîsîplînê hate dayîn. Rêveberiya Girtîgehê mehek cezayê dîsîplînê yên ji aktîvîteyên civakî bên menkirin da girtiyan. Li ser vê yekê girtiyan îtîraz kir lê îtîraza girtiyan hate redkirin.

Girtiyan pêkanînên girtîgehê yên keyfî şermezarkirin û li ser vê yekê derneketin aktîvîteyên civakî. Ji ber vê yekê dozgeriyê derheqê girtiyan de lêpirsîn da destpêkirin. Girtiyan têkildarî mijarê de bi riya malbatên xwe re daxuyanî dan û diyar kirin ku, êdî tu hiqûq nayê bikaranîn û wiha gotin: "Em girtî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike me çalakiya gireva birçîbûnê ya 3 rojan li dar xist. Lê ji ber vê yekê bêyî parastina me bê girtin cezayê dîsîplînê da me. Ji bo em parastina devkî bidin me daxwazname dan dozgeriyê. Lê ev daxwaza me nehate qebulkirin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em girtiyên siyasî careke din rayedaran hişyar dikin. Dest ji pêkutiyên keyfî berdin. Heke dest ji vê yekê neyê berdan em dê dest bi çalakiyên nû bikin. Em dixwazin raya giştî di vê mijarê de bihîstiyar be."