Li Wanê 6 leşker hatin kuştin

Li Wanê 6 leşker hatin kuştin

Di encama çalakiya gerîlyaên HPG’ê li navçeya Elbak a Wanê li dijî karwatenek leşkerî li dar xistin de herî kêm 6 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) diyar kir ku di çalakiya gerîlayên HPG’ê di 17’ê cotmehê de li navçeya Elbakê pêk anînîn de herî kêm 6 leşker hatine kuştin.

HPG-NÇR’ê got; “Di 17'ê Cotmehê de di saet 10.30'an de li navçeya Elbaka Wanê li dijî karwaneke leşkerî ya di navbera Gundên Esenyamaç û Kisimli de derbas dibû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî karwana ji 3 panzêrê pêk dihat de panzerek têk şikiyaye, 6 leşkerên tê de jî hatine kuştin. Piştî çalakyê 2 helîkopterên skorskyan 3 caran kuştî û birîndarê xwe ji herêmê rakirine. Herweha li dijî herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek jî hatiye lidarxistin.”

HPG-NÇR’ê diyar kir ku di 17'ê Cotmehê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li dijî navçeya Karakoyuna Îdirê li gundê Bûlakbaşê 15 mamosteyên bi meşandina polîtîkayên bişaftinê yên dijmin wezîfedarin hatine binçavkirin û got; “9 mamoste piştî hatine hişyarkirin serbest hatine berdan, 6 mamosteyên din jî piştî lêpirsîneke saetekê domandiye serbest hatine berdan.”

HPG-NÇR’ê got; “Di 16'ê Cotmehê de li navçeya Kercewsa Êlihê li dijî derdora gundê Hebizbinayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna cerdewanan operasyonek hatiye lidarxistin.”