Gerîlayên HPG’ê li navçeya Elbak a Wanê çalakiyek li dar xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Her wiha gerîlayan li Dêrsimê rê kontrol kir û otobosa ji bo bendav û çêkirina rêyan dixebitî şewtiandin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê (HPG-NÇR) der barê çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên li Wan, Colemêrg û Dêrsimê de agahî da.
LI WANÊ DU LEŞKER HATIN KUŞTIN
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di 15'ê Cotmehê de di saet 07.30'an û di 16'ê Cotmehê de di saet 09.30'an de li navçeya Elkê ya Wanê li dijî Qereqola Xalkawayê ji aliyê gerîlayan ve du çalakî hatiye lidarxistin û got; “Di encama her du çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyan dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskya ji herêmê dûr xistiye.”
LI DÊRSIMÊ ÇALAKIYA KONTROLA RÊ
HPG-NÇR’ê got; “Di 16'ê Cotmehê de di navbera saet 18.00-21.00'an de li ser riya Dersim-Elezîzê ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. Wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Di vê çalakiyê de herweha otobuseke şîrketa Lîmakê ya bi dijmin re hevkariyê dike û li Kurdistanê avakirina bendavên leşkerî girtiye ser xwe ji aliyê gerîlayên me bi şewitandinê hatiye rûxandin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi wesayitên zirxî operasyonek hatiye lidarxistin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînanê ji aliyê gerîlayan ve li dijî gelek baregehên leşkerî çalakiyên hemwext hatiye lidarxistin û ev agahî da:
Di 16'ê Cotmeh3e di saet 22.00'an de li navçeya Çelê li dijî baregeha leşkerî ya li girê Ortê çalakiyeke serdegirtinê hatiye lidarxistin. Bi awayeke hemwext jî li dijî Tûgaya Çelê, Tabûra Serê Sêvê, Qereqolên Girê Şikêr û Karataşê, Girê ewlekariya qereqola Karataşê digre ji aliyê gerîlayên me ve hatiye lêdan. Piştî çalakiyên ji aliyê gerîlayên me ve hemû baregeh bi awayeke bandor hate lêdan, ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan û bi hewan û obusan hatiye bombekirin. Di derbarê çalakî û encamên wan de wê dema zelal bû ji raya giştî re were eşkerekirin.
Operasyona di 14'ê Cotmehê de li dijî Geliyê Zapa bi ser Çelê hatibû lidarxistin herêmên Semedar û Samûra jî girtiye nava xwe û hatiye berfireh kirin.
JÝ 15'ê Cotmehê û vir veli dijî Girê Karker, Ava Hecibeg, Girên Konserve û Kanala yên bi ser Şemzînanê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Di 16'ê Cotmehê de di navbera saet 17.00-18.00'an de li dijî Girê Konserve û Neqeba Gelişimê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Piştî bombebaranê li dijî van herêman operasyonek hatiye lidarxistin. “
HPG-NÇR’ê got; “14’ê Cotmehê de li navçeya Adakliya Çewlikê li dijî herêmên Kimsor Neqeba Kimsor, Îneka û Meşika ji aliyê artêşa dagirker a tirk piştgiriya hêzên hewayî operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di 16’ê Cotmehê de danê êvarî bê encam paş de vekişiyaye.”
HPG-NÇR’ê go diyar kir ku di 13’ê Cotmehê de li Mêrdînê operasyona ji aliyê artêşa “dagirker” a tirk li dijî navçeyên Qoser, Dêrik û Şemrexê hatibû lidarxistin hîn jî bi rengê kemîn vedan û keşfê berdewam dike.