Li Wanê 10 hezaran dest bi meşê kir

Li Wanê 10 hezaran dest bi meşê kir

Di çarçoveya biryara “Berxwedana Topyekun” a BDP’ê de, li Wanê 10 hezaran ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ve dest bi meşê kirin.

Gelê Wanê jî guh da banga BDP’ê ya ji bo 30’ê cotmehê û bi vî awayî li Wanê çalakiya herî mezin a girtina derabeyan a dîrokî pêk hat. Ev cara yekem e ku di serî de li ser Şeqama Cûmhûriyetê û li tevahiya Wanê derabe tên girtin. Li bajêr kontakên wesayitan girtin. Xwendekar neçûn dibistanan.

Di saetên zû yên danê sibê de bi hezaran kes li ber konê nobetê ya ku bi armanca piştgiriya ji bo greva birçîbûnê ya girityên Kurd ji aliyê BDP’ê ve hatiye vedan kom bûn.

Her çendî polîsan li derdora kon bend danî, lê nekarî pêşî li gelê Wanê bigirin. Bi pêşengiya rêxistina BDP’ya Wanê, meşa ber bi Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ve dest pê kir. Bêdengiya serê sibê li Wanê hebû, bi dirûşimên bi hezaran kesî bi dawî bû.

Komên destpêkê hema bêje gihiştin ber girtîgehê...

Hêjayê gotinê ye ku Şaredarê Wanê Bekîr Kaya, Serokê berê yê BDP’ya Wanê Cuneyt Caniş, Şaredarê Edremîtê Abdukerîm Sayan û siyasetmedarên ku 7’ê hezîranê de li Wanê hatibûn girtin, di Girtîgeha Tîpa F ya Wanê de ji 15’ê cotmehê ve dest bi greva birçîbûnê kirine.