Li Viyana û Rennesê pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK'ê
Li paytexta Awûstûrya Viyana û bajarê Fransa Rennesê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyan hat pîrozkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 23 sermawezê 2015, 07:04
Li paytexta Awûstûrya Viyana û bajarê Fransa Rennesê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi şahiyan hat pîrozkirin.
VIYANA
37. salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Awûstûrya Viyaanyê bi awayekî girseyî hat pîrozkirin. Axaftina vekirinê ya pîrozbahiya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê ji aliyê Hevserokê navendê Rîchard Berger û Hevserokê Meclîsa Viyanayê ya PYD'ê Agirî Kobanê ve hat kirin. Di şahiyê de tim û tim ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK û Kobanê dirûşme hatin qîrîn.
Siyasetmedarê Kurd Cûma Tak jî li şevê axivî û da zanîn ku dîroka 37 salan, meşa azadiyê ya 37 salan, şerê azadiyê yê 37 salan, dîrok û çarenûsa Kurdan guhertiye. Tak da zanîn ku hebûna PKK'ê ku di heman demê de temînata pêşeroa azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e, ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelê Tirkiyeyê û gelên Rojhilata Navîn serketineke mezin e. Tak, ji bo di nava sedsaleke din de komkujî li hemberî gelê Kurd û gelên li herêmê rû nede, banga xwedîderketina li têkoşîna azadiyê kir.
Di şeva ku peyama MLKP'ê jî hat xwendin de, koma koro û govendê ya herêmî, Hozan Xebat Teyfûr ê ji Rojava, Hozan Serdar, Kewê, Koma Dem û Koma Hêvîdar derketin ser dikê.
RENNES
Li bajarê Fransa Rennesê jî, salvegera damezrandina PKK'ê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Rennesê ve hat organîzekirin de, Kurdistaniyên li Rojavayê Fransayê dijîn amade bûn. Şev bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna mirovên di têkoşîna azadiyê de jiyaan xwe ji dest dane, destpê kir. Dûre berxwedana li Bakurê Kurdistanê û azadkirina Şengalê hat silavkirin.
Hevserokê NCDK a Rennesê Fehmî Kaplan axaftina vekirinê ya pîrozbahiyê kir.
Siyasetmedarê Kurd Fûat Kav jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Salvegera damezrandina partiya me di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li tevahiya Kurdistaniyan û gelên Rojhilata Navîn pîroz be."
Kav ragihand ku têkoşîna xurt a PKK'ê ya 37 salan, gelê Kurd bêhtir azad kiriye û destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe, tola jinên Kurd ên dîl hatine girtin werin hilanîn û Kurdistan ji çeteyên DAIŞ/AKP'ê bê paqijkirin, wê sekna rêxistinbûyî û têkoşîna gelê Kurd li her qadê bidome.
Di şevê de Hozan Alî Gul, Koma Kelaşîn, Fîgen, Koma Zelal û Ozan Şemdîn derketin ser dikê.