Li Til Temir cenazeyên 27 çeteyan ketin destê YPG’ê
Li herêma Til Temir şervanên YPG/YPJ’ê piştî ku gundê Til Riman ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, hemleya paqijkrinê, dan destpêkirin.
Li herêma Til Temir şervanên YPG/YPJ’ê piştî ku gundê Til Riman ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, hemleya paqijkrinê, dan destpêkirin.
Li herêma Til Temir şervanên YPG/YPJ’ê piştî ku gundê Til Riman ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, hemleya paqijkrinê, dan destpêkirin. Di paqijkirina heta niha de cenazeyên 27 çeteyan ketin destê şervanan. Di pevçûnên li der dora gundên Xêbiş û Til Nesrî de jî 2 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku ji herêmê bi dest ketinee, şervanên YPG/YPJ’ê piştî ku duh gundê Ti Riman ji çeteyan paqij kirin, li derdora gundên Til Riman, Til Cezîre, Til Baz, Xerîta û Til Necma yên li başûrê Til Temirê hemleya paqijkirinê dan destpêkirin. Di hemleya ku hîn dom dike de heta niha cenazeyên 27 çeteyan ketine destê şervanan.
Li aliyê din şevê din li derdora gundên Xêbiş û Til Nesrî di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar rû dan. Di encama van pevçûnan de jî 2 çete hatin kuştin.