Li naçveyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê di serdegirtina malan de 3 jê zarok 5 kes hatin binçavkirin.
Yekîneyên polîsan li taxa Nur ya Cizîrê ya Şirnexê di ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de zarokê bi navê F.K. yê 17 salî hate binçavkirin. F.K. ê hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Cizîrê. Sedema binçavkirinê nehate zanîn.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî polîsan di ser gelek malan de girt û di nav de 2 zarok 4 kes hatin binçavkirin. Polîsan berê taxên Yenî û Turgut Ozal dorpêçkirin û pişt re di ser 4 malan de girtin. Di serdegirtinan de jina bi navê Naîme Karavîş (20), Cumalî Îlbasan (18) û Ş.K. (16) û A.E. (17) hatin binçavkirin.
Sedama binçavkirina nehate zanîn. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Hezexê.
HÊJMARA BINÇAVKIRIYAN GIHA 78’AN
Duh 28 kes li Wanê, 15 li Îdirê, 13 li Mêrsîn û kesek jî li Mûşê hatibû binçavkirin. Îro jî li navçeya Kerborana Mêrdînê 9, li navçeya Gogsiya Erziromê jî 7, her wiha li gel 5 binçavkirinên li Hezex û Cizîrê jî hêjmara binçavkiriyan ji duh ve giha 78’an.