HPG’ê ragihand ku di encama operasyona artêşa Tirk li Şirnexê li dar xist de pevçûnek qewimiye. HPG’ê da zanîn derdora navçeyên Şemizînan û Gever ên Colemêrgê hatine bombebarankirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê di daxuyaniya da de got; “Di encama operasyoa li dijî herêmên Meydanê û Beroja Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dar xistiye di 20'ê Tebaxê de di saet 11.00'an de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye zelalkirin.”
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê bobmebaranên li navçeyên Şemizînan û Geverê de jî ev agahî da:
“Di 20'ê Tebaxê de ji saet 16.00'an heta 21'ê Tebaxê saet 04.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Geliyê Nîrkola, Gostê, Gomakê, Masîro, Garê û Genîştepeyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
Di 20'ê Tebaxê de di saet 15.00-16.00'an de li navçeya Gevera Colemergê li dijî herêma Mêrgezerê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Heman herêm di navbera saet 21.00-22.00'an de jî bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”