Gerîlayên HPG’ê navenda bajarê Şirnexê bi awayeke hemwext bi çekên giran li dijî Midûriyeta Emniyetê, Walîtî, Midûriyeta Hêzên Çevîk û Fermandariya Tumenê êrîşek pêk anîn. Hate diyarkirin ku di êrîşê de gelek polîsên Tirk birîndar bûne.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di saetên danê êvarê de, gerîlayên HPG’êli navenda Şirnexê biser 5 nûqteyên polîs û leşkeran de girtin. Piştî çalakiya gerîlayan pevçûn qewimî û dûman ji Midûriyeta Emniyeta Şirnexê bilind dibe.
Hate diyarkirin ku gelek polîs birîndar bûne û polîsên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hatdiyarkirin ku dengên giran ji navenda bajêr tên.