Weke li hemû bajarên Kurdistanê, li Şirnexê jî bi boneya piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê re, jiyan hate rawestandin. Li navenda Şirnex û navçeyên wê derabe bi temamî hatin girtin, dibistan hatin boykotkirin û xwendekar neçûn dibistanê.
Di çarçoveya banga “Berxwedana Topyekun” a BDP’ê de li Şirnex û hemû navçeyên wê jiyan rawestiya. Li tevahiya navenda bajêr û navçeyên wê derabe bi temamî hatin girtin, dibistan hatin boykotkirin û xwendekar neçûn dibistanê.
Her wiha, li navçeyên wê jî nanpêj û dermanxaneyan jî derabe girtin, xwendekar neçûn dibistainê. Di saetê sibê de tenê mamoste li dibistanan amade bûn. Ji ber nehatina xwendekaran, hate dîtin ku mamoste li dibistanan bêhna xwe didin.