Li Şirnex û Mêrdînê hezaran bi polîsan re şer kir

Li Şirnex û Mêrdînê hezaran bi polîsan re şer kir

Bi armanca xwedîderketina li daxwazê girtiyên di greva birçîbûnê de li Mêrdîn û Şirnexê bi hezaran kes bi polîsên Tirk re şer dikin. Pevûçûn didomin.

Bi hezaran kesên ku li ber avahiya BDP’ê ya Şirnexê li hev civiyan, xwest bimeşin Qada Cûmhûriyetê li rastî êrîşa polîsan hat. Di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Piştî êrîşê bi sedan ciwanên pûşî li rûyê xwe pêçan û li dijî polîsan şer kirin.

Li bi hezaran kesên li ber avahiya BDP’ê ya navçeya Silopiyê li hev civiyan li rastî êrîşa bi bombeyên gazê yên polîsên Tirk hatin. Girseyê jî bi keviran bersiv da. Pevçûn didomin.

Li navçeyên Cizîr û Hezexê jî bi hezaran daketin qadan û piştî êrîşa polîsan her der veguherî qada şer.

Li navçeya Qosera Mêrdînê jî li taxa Ataturk meşek girseyî hate lidarxistin û piştî êrîşa polîsên Tirk pevçûn berdewam kirin.

Di encama bombeya gazê serê ciwaneke ket de ciwan birîndar bû. Hate diyarkirinku birîna wî giran e û bi ambulansê birin nexweşxaneyê. Ciwanan li serrê agir vêxist û pevçûna bi polîsan re berdewam dike.

Li navçeya Dêrike ya Mêrdîne jî bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê kom bû heta AKP'ê meşiyan. Girseya ku xwest çelenga reş dîne ber AKP'e rastî mudaxaleya polîsan hat. Girsê bê navber sloganên "Bijî berxwedana zindana" berz kirin, rasti mudaxaleya polîsan hatin.

Girseya ku bi sloganan dîsa li hev kom bûn, li taxa Cevizpinarê kom bûn û bi slogan û çepikan "Konê berxwedanê" vedan. Komê pişti kon vedan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. "