Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê ku tevgera helîkopteran lê pêktê, li herêma sînor jî operasyona leşkerî hate destpêkirin.
Ji navçeya Şemzînan ya Colemêrgê gelek helîkopter ber bi navçeya Geverê ve hatin û li 34'emîn Fermandariya Sînor danîn. Hate ragihandin ku, helîkopter carek din ji vir rabûn û ber bi herêmên Navberojan, Bêsosin û Girane yên bajaroka Rûbarokê ve yên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ve çûn û ji yekîneyên leşkeran re amûrên leşkerî birin.
Li aliyê din li girên Xaranî û Geriyazînê yên di navbera gundên Nehrî û Navrezan yên 17 tîmên taybet lê jiyana xwe ji dest dan yekîneyên taybet hatin bicihkirin. Li herêma Zozana Xepiştê ya nêzî Bêsosinê jî bi tevlîbûna cerdevanan operasyon hate destpêkirin.