Li Şemzînanê gêrîlayan cejna gel pîroz kir

Li Şemzînanê gêrîlayan cejna gel pîroz kir

Gêrîlayên HPG’ê li ser rêya Bajarokê Rûbarokê yê girêdayî navçeya Şemzînanê rê kontrol kirin û cejna gel pîroz kirin.

Ji 23’ê Tîrmehê û vir ve kontrola gêrîlayên HPG’ê ya li gundikên Rûbinûs, Navrezan û gundê Nehrê yê girêdayî navçeya Şemzînan Colemêrgê didome. Gêrîlayên HPG’ê li ser rêya gundikê Gerget yê ser bi gundê Nehrê ve rê wesayît rawestandin û kontrola nasnameyan kirin. gêrîlayên ku Cejna Remezanê pîroz kirin, piştî ku demek dirêj bi gel re sohbet kirin rê ji trafîkê re vekirin.