Dema karwana leşkerî di navbera gundê Nehrê û Gergetê yên navçeya Şemzînana Colemêrgê re derbas dibû 4 teqîn pêk hatin. Di teqînan de gelek leşker birîndar bûn. Hate zanîn ku piştî teqînê pevçûn derket.
Di demên dawî de teqînên li dijî karwanên leşkeriyê yên derdikevin operasyonan zêde dibin. Di her teqînê de gelek leşker tên kuştin. Dema karwana leşkerî di navbera gundê Nehrê û Gergetê yên navçeya Şemzînana Colemêrgê re derbas dibû 4 teqîn pêk hatin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di rêya navbera gundên Nehrê û Gergetê de dema karwana leşkerî derbas dibû, 4 teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînan şer destpê kir. Hate zanîn ku gelek leşker birîndar bûne. Balafirên şer û helîkopter jî çûn cihê bûyerê.