Li Şemzînanê 4 leşker hatin kuştin

Li Şemzînanê 4 leşker hatin kuştin

Gerîlayan li dijî girê ewlekariyê Alaya Garê ya li navçeya Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di encamê de herî kêm 4 leşker hatin kuştin.

Gerîlayên HPG’ê li dijî girê ewlekariyê yê Alaya Garê ya li navçeya Şemzînana Colemêrgê çalakiyek li dar xistin. Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) der barê çalakiyê de agahî da û diyar kir ku çalakiya gerîlayan 25’ê cotmehê saet di 12.00 de pêk hatiye û di encama çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku piştî çalakiyê artêşa Tirk herêmê bi awayeke berfireh topbaran kiriye.

HPG’ê NÇR’ê da diyarkirin ku li navçeya Pîranê ya Amedê, roja 24’ê cotmehê saet di 17.45’yê li diijî girê Tîmê yê ku leşkerên Tirk lê bûn, çalakiyek ji aliyê gerîlayan ve hate lidarxistin û di encamê de leşkerek birîndar bû.

LI DIJÎ XETA PETROLÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Li navçeya Silopî ya Şirnexê li dijî xeta petrola ya li Şîve Sorê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. HPG-NÇR’ê 25’yê cotmehê saet di 00.35 de, li dijî lûleya petrolê çalakiyek pêk anî û di encamê de ziyanek mezin di xeta petrolê de çêbû û roja 25’ê cotmehê mudaxeleyê şewata di lûleya petrolê de kirin.

Her wiha, hate diyarkirin ku artêşa Tirk ji 23’yê cotmehê li dijî Genîş Tepe, Girê Konserve û Hecibegê yên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê êrîşa bi obîs û hewanan pêk tîne.