Li Şemizînanê 4 leşker hatin kuştin

Li Şemizînanê 4 leşker hatin kuştin

Di encama teqinên ku di navbera gundên Nehrî û Gergetê de pêk hatin herî kêm 4 leşker mirin û gelek leşker jî birîndar bûn.

Dema karwana leşkerî di navbera gundê Nehrî û Gergetê yên navçeya Şemzînana Colemêrgê re derbas dibû 4 teqîn li ser hev pêk hatin. Li gorî çavkaniyên herêmî, di rêya navbera gundên Nehrî û Gergetê de dema konvoya leşkerî derbas dibû, 4 teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînan şer dest pê kir. Hate zanîn ku di teqînan de herî kêm 4 leşker mirin û gelek leşker jî birîndar bûn. Hate zanîn ku pevçûn berdewam dike û liv û tevgera helîkopteran bê navber berdewam dike.