Li Tetwanê ji gerîlayan çalakiyek bi bandor: Herî kêm 35 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê di 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di çalakiya li hember Qereqola Bîlîka ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê herî kêm 35 leşker hatin kuştin.
ANF
BEHDÎNAN
yekşem, 16 gelawêjê 2015, 16:42
Li hember êrîş, operasyon û tevgera hewayî ya dewleta Tirk a bi armanca pêşxistina şer û ji bo bîranîna 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê û gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane gerîlayan çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di çalakiya berfireh a gerîlayan li hember qereqola Bîlîka ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê pêk anîn herî kêm 35 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ev agahî bi raya giştî re parve kir.
“15’ê Tebaxê saet di navbera 17:00 – 18:00’an de li qada Şapata ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên me çalakiya girtina rê pêk anîne. Gerîlayên me di vê çalakiyê de têkildarî Pêngava 15’ê Tebaxê gel agahdar kirine. Piştî çalakiyê gelek wesayîtên zirxî yên artêşa Tirk xwestine bikevin qada çalakiyê. Li ser vê yekê gerîlayên me ji 4 aliyan ve li wesayîtên zirxî dane. Pevçûna ku rû da heta saet 19.00’an dewam kiriye. Li vir bi awayekî zelal polîsekî tîmê taybet hatiye kuştn. Piştî pevçûna ku rû da, qereqola Tepê Goman qada çalakiyê bi obus û hawanan bombe kiriye. Nûçeyên têkildarî vê pevçûnê de ku tê gotin 4 windahiyên gerîlayan hene ne rast in.
15’ê Tebaxê saet 19.30’î gerîlayên me Pira Merdûşa ya di navbera Şemzînan-Geverê çalakiya rêgirtinê pêk anîne.
Dîsa rêya Gewriya Civiyan û Bezelê ya li ser xeta sînorê herêma Zagrosê 12 roj in di kontrola gerîlayên me de ye.
LI HEMBER QEREQOLA BEROX BI ÇEKÊN GIRAN ÇALAKÎ
15’ê Tebaxê saet 07:00’an gerîlayên me li hember qereqola Berox a li herêma sînorê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Piştî çalakiyê artêşa TC qada çalakiyê bi obus û tankan bombe kirine; pêgerên hewayî yên bê mirov di navbera saet 09:00 – 15:00’an de keşif pêk anîne. Dîsa saet di navbera 11:00 – 12:00’an de balafirên şer qada çalakiyê bombe kirine. Di vê çalakiyê de mirî û birîndarên artêşa Tirk nehatine zelalkirin.
15’ê Tebaxê saet 14.30’î gerîlayên me li ser rêya Berwarî-Şax 30 wesayît sekinandine, bi wesîleya 32. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê propaganda kirine. Ev çalakiya rêgirtinê heta saet 20.00’an dewam kiriye.
15’ê Tebaxê saet di navbera 11.30 û 12.00’an de qereqola Çelê Nimêja ya girêdayî Botanê qada Besta bi obus û hawanan bombe kiriye. Di encama bombekirinê de li qadê şewat derketiye, şewat hê didome.
15’ê Tebaxê gerîlayên me bi wesîeya salvegera 15’ê Tebaxê li hember qereqola Werdikê ya girêdayî Kerboran a Mêrdînê çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya ku ji sê milan ve pêk hat leşkerên qereqol diparastin, nîzamiyeya qereqolê û bi giştî qereqol ku hedef hat girtin bi awayekî aşkera 4 leşker mirin. Çekeke A-4 û nizamiyeya li ber qereqolê bi temamî hatiye tinekirin.
16’ê Tebaxê saet 07.00'an gerîlayên me di navbera Şaxo û Berwarî de 60 wesayît rawestandin, der barê pêvajoyê de agahî dan gel. Rêya hatiye girtin hê di kontrola gerîlayên me de ye.
13’ê Tebaxê saet 23.45'an li hember nizamiyeya Qesra Organîze ya Jendermeyan a li navenda Amedê gerîlayên me çalakiyek li dar xistine. Di çalakiya ku bi bombeyan û çekên ferdî pêk hatiye veguheriye pevçûnê û 15 deqeyan dewam kiriye. Di vê pevçûnê de leşkerek hatiye kuştin.
15 ‘ê Tebaxê saet 20.00'an gerîlayên me li hember Tabûra Tankan a Jendermeyan a li navenda Licê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de ku kamerayên mobese jî hatin îmhakirin, gerîlayan bi roketên B-7 û çekên ferdî li tabûrê dane. Mirî û birîndarên artêşa TC ên di qereqolê de nehatine zelalkirin.
LI NAVÇEYA TETWAN A BEDLÎSÊ ÇALAKIYEK BERFIREH
Roja 14’ê Tebaxê di saet 05:00’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek berfireh li hemberî qereqola Bilika ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê hatiye li dar xistin. Piştî ku gerîlayên me wesayîta 2 ton teqemenî barkirî li pêşiya nîzamiyeya qereqolê teqandin, 2 wesayîtên zirxî, 8 kulûbeyên nobetê, 2 dozer, 6 wesayîtên sivîl û qereqol bi temamî hatine îmhakirin. Di çalakiya ku hat lidarxistin de 35 leşkerên di qereqolê de hemû hatine kuştin. Saetek piştî çalakiyê 5 ambûlans û wesayîtek morgê hatine qereqolê û miriyên artêşa Tirk bi ambûlans û wesayîta morgê rakirine. Li gorî ku bi çav hatiye dîtin 20 cenaze bi ambulans, 15 cenaze jî bi wesayîta morgê hatine rakirin. Piştî rakirina cenazeyan makîneyên kar hatine enqaza qereqolê rakirine, ji bo dîmen neyên girtin jî derdora qereqolê bi brandayan girtine.
Ji 12’ê Tebaxê û pê ve rêgeha Bedlîs – Xîzanê di bin kontrola gerîlayên me de ye, roja 15’ê Tebaxê saet di navbera 19:00 û 21:30’an de heman rêgeh hatiye girtin û kontrola nasnameyan hatiye kirin. Her wiha rêgehek di navbera Tetwan û Xîzanê de ji roja 12’ê Tebaxê heya niha di bin kontrola gerîlayên me de ye.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 08:00’an de li ser rêgeheke di navbera Kanîreş û Çewlikê de ji aliyê yekîneyên me yên bi navê Şehîd Berxwedan û Şehîd Fûad ve gel der barê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin. Rêyên ketin û derketina ji bajar û navçeyan di saet 13:40’an de ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye girtin û piştre jî helîkopterên Kobra herêm bombebaran kirine, her wiha helîkopterên Skorsky jî leşker danîne herêmê.
‘LI AMEDÊ JI BO BÎRANÎNA GERÎLAYÊN ŞEHÎD KETINE ÇALAKIYA SABOTAJÊ’
Gerîlayên me ji bo bîranîna gerîlayên şehîd ketine li Amedê li hemberî konvoya artêşa Tirk ên ku piştî bomberdûmanê hatine herêma rêya girtî, çalakiyek sabotajê li dar xistin, li vir wesayîtek zirxî hatiye derbkirin, wesayîta din jî bi temamî hatiye rûxandin. Piştî vê teqînê 9 leşkerên ku ji sûbay û çawişên pispor pêk tên hatine kuştin. Gerîlayên me bi çekên giran bersiv dane wesayîteke din a zirxî û helîkoptera Skorsky a hatiye herêmê.
Piştî çalakiyê bi alîkariya helîkopterên kobra û balafirên keşfê mirî û birîndarên xwe rakirine. Hema piştî çalakiyê bi li ser herêmê helîkopterên Kobra bi desteka pêgera hewayî ya Heron tevgera zêde qewimiye. Heya şev saet 23:00’an pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Kizilagaç geriyane û helîkopterên Kobra jî li cihê bûyerê xistine.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 21:30’an de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek li hemberî şantiyeyeke girêdayî Şaredariya Didirê ya girêdayî Panos a Agirî hatiye lidarxistin. Di şantiyeyê de 7 kamyon hatin şewitandin û îmhakirin. Di heman demê de ofîseke petrolê ya şaredar jî hat şewitandin û îmhakirin.
Roja 15’ê Tebaxê rêgehekî di navbera Erdîş – Panosê de ji saet 21:30’an heya 22:40’an gerîlayên me dixin bin kontrola xwe de, kontrola nasnameyan pêk anîne û gel der barê pêvajoyê de agahdar kirine.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 00:30’an de îstasyonek bazê ya Turkcellê li herêma Geliyê Zîlan ji aliyê gerîlayên me ve hat şewitandin û îmhakirin.
LI HEMBERÎ XETA GAZA XWEZAYÎ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Roja 14’ê Tebaxê di saet 01:00’an de ji aliyê gerîlayên me li herêma Kalûs a girêdayî navçeya Bazîdê li hemberî xeta gaza xwezayî ya ji Îranê tê Tirkiyeyê çalakiyek sabotajê li dar xistine. Ji ber veguhestina gazê ya di boriyê de ti teqînek neqewimiye.
Roja 14’ê Tebaxê qereqola Korxan a girêdayî Îdirê ji aliyê gerîlayên me ve hatiye dorpêçkirin. Di encama 5 çalakiyên sûîqestê yên roja 15’ê Tebaxê de 5 leşker hatine kuştin. Her wiha gerîlayan bi çekên giran li qereqolê dane. Di encam de bi awayekî zelal 4 leşker hatine kuştin. Di çalakiya ku rê, av û elektrîka qereqolê hatiye qutkirin de, artêşa Tirk derdora qereqolê heya saetên şevê bi çekên giran ên tank û A-4 gulebaran kirine. Saet 19:30’an artêşa Tirk 3 saetan bi 4 balafirên şer li herêmê xistiye, di heman demê de tevgera balafirên keşfê jî li ser herêmê rû daye. Artêşa Tirk saet di navbera 21:30’ê heya 22:00’an de bi balafirên şer, balafirên keşfê û helîkopteran mirî û birîndarên xwe rakirine.
Roja 16’ê Tebaxê saet di navbera 07:00 û 10:00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Çemçe firiyane.
Bi qasî 3 rojane ku ji Şamkaya ya girêdayî Erdexanê sewqiyata tîmên taybet ji bo Golanê hatiye kirin. Dîsa artêşa Tirk yekîneyên xwe yên veşartî yên cilên gerîla li xwe kirine li gund û zozanên Bagaverdî yê girêdayî Şamkayayê bi cih kirine.
Roja 15’ê Tebaxê di saet 18:40’an de balafirên şer bi desteka pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Gilîdaxê geriyane. Şev di saet 21:00’an de balafirên şer çûne bes tevgera hewayî ya pêgerên hewayî yên bê mirov heya saet 00:00’an li ser herêmê dewam kiriye.
‘LI SKENDERÛNÊ LI HEMBERÎ XETA ELEKTRÎKÊ ÇALAKÎ’
Roja 13’ê Tebaxê gerîlayên me li navçeya Skenderûn a Hatayê li hemberî xeta elektrîkê çalakiyek sabotajê li dar xistine. Di çalakiya sabotajê ya li hemberî yekîneyên pêş ên artêşa Tirk ji bo mudaxaleyê rê kiriye herêmê, mirî û birîndarên dijmin çêbûne lê hejmara wan nehatiye zelalkirin.
Roja 15’ê Tebaxê saet di navbera 22:00’an de gerîlayên me yên ku rêgehek di navbera Dêrsim – Elezîzê de girtin, kontrola nasnameya 60 wesayîtan kirine. Piştî ku propaganda ji gel re hat kirin, wesayîteke TIR a şîrketeke taybet hatiye şewitandin û îmhakirin.