Li Tendûrekê 28 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di çalakiya li dijî Qereqola Teperizê de 28 leşker û kontra hatin kuştin û 4 leşker jî hatin birîndarkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di çalakiya li dijî Qereqola Teperizê de 28 leşker û kontra hatin kuştin û 4 leşker jî hatin birîndarkirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di 15’ê Îlonê de li dijî Qereqola Teperiz ê li devara Tendûrek a Agirêy çalakiyekî berfireh li dar xistine. Di vê çalakiyê de 28 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî hatin birîndarkirin.
Detayên berfireh ên çalakiya gerîlayên HPG’ê yên têkildarî çalakiya li dijî Qereqola Teperîz a Tendûrekê wiha ne:
“Dî nav çarçoveya pêngava Şehîd Andok Êrîş de 15'ê Îlonê saet 20.45'an jî hêla gerîlayên me ve bî ser qereqola Teperîzê ya Tendûrek a Agiriyê çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistîin. Lîi vê qereqolê 25-30 leşker û gelek kontra hebû. Çalakî jî ji dû baskan ve hatiye pêkanîn, hêzên me 15 deqe êrîş biriye ser gir û hemû çeper îmha kirine. Di çeperên li vî girî de bi ser 21 cenazeyan de çûne û bi navbera bombeyê çalakiyek li dijî kuleyê jî hatiye lidarxistin. Ev kule derbên giran xwariye û jî bîlî çend leşkeran hemû leşkerên di kuleyê de hatine îmhakirin. Dîsa li vir mînîbûseke ku 2 leşker tê de bûn bi bandor hatiye derb kirin û li vir 2 leşker hatine kuştin. Beşekî mezin ê vî gîrî ketiye bin kontrola gerîlayên me de, panzêra kû xwestîye mudaxele bike. Vê panzêrê derbek xwarîye û 5 leşker di vê parnzerê de hatin kuştin, , 4 jê bîrîndar bûn.
Heta berê sibehê qada çalakiyê bi hawan û obûsan hatiye bombekirin. Dîsa helîkoptêran jî li gelek deveran xistine.
Gerîlayên me yên ku çalakî pêk anîne, 6 çekên artêşa TC'ê bi dest xîstîne, 20 çek jî hatîne îmhakirin. Dîsa 1 panzêr û minîbûsek hatiye îmhakirin.
Di çalakîyê de bi çav hatiye dîtîn ku 28 leşker hatine kuştin, 4 leşker jî birîndar bûne.
Ev çalakiya ku jî hêla gerîlayên HPG'ê û YJA-Starê ve hate kirin, jî bo bîranîna şehîd Mahîr, Sîpan, Şîyar û Eylem hatîye kîrîn, ku di vê pêvajoya dawî de şehîd bûbûn. Gerîlayên me yên ku ev çalakî li dar xistin bi sax û silamet gihiştin cihên xwe.”